Jineke Şengalî serpêhatiya xwe dibêje
kurdistani 09:51 PM - 2014-09-07Jineke Şengalî serpêhatiya xwe dibêje
Jineke ciwan a li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat revandin, xwe ji destê çeteyan rizgar kir û gihişt gerîlayên HPG'ê. Jina ciwan rewşa Êzidiyên hatin revandin vegot û got, "Bi zorê bi îxtiyaran nimêj dihat kirin, hewl didan bi zorê zarokan bikin 'leşker'. Jin jî li bazarên koleyan dihatin firotin."
Rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ a ku di 3'ê Tebaxê de Şengal dagir kir, bi hezaran Êzidî revand. Li gorî agahiyên Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) Alî Atalan da, hejmara yên hatine revandin herî kêm 5 hezar e.
Jineke ciwan a di dema dagirkirina Şengalê de hat revandin, ji destê çeteyan rizgar bû û xwe gihand gerîlayên HPG'ê yên Çiyayê Şengalê.
Gerîlayan ew gihandin malbata wê
Bûyer di 5'ê ÎloNê de, dema jina ciwan X.C. a 16 salî ji Telafer dianîn Şengalê, qewimî. X.C. ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku piştî ji Telaferê anîn, saet di 19'an de, wê bi jineke din a ciwan re xwest ji mala lê dîl hatibûn girtin a li Şengalê birevin. Lê belê çete bi vê hewldanan wan hesiyan û yek ji jinên ciwan zevt kir, X.C. di nava wê rageşiyê de reviya.
X.C. dema reviya telefoneke çeteyan jî bi xwe re bir û li kekê xwe yê li Çiyayê Şengalê geriya û alîkarî xwest. Kekê wê jî agahî da gerîlayên HPG'ê û berê X.C. da Çiyayê Şengalê.
Gerîlayên HPG'ê jî di vê kêliyê de ketin nava tevgerê û li cihê ku X.C. jê were, tedbîrên pêwîst girtin. X.C. di êvara 5'ê Îlonê saet di 23.30 de xwe gihand nav gerîlayên HPG'ê. Gerîlayan X.C. a ji çeteyan reviyan anîn herêma ewle ya li Çiyayê Şengalê û ew gihand kekê wê.
X.C. ji ANF'ê re axivî û besa rewşa bi hezaran Şengaliyên di destê çeteyan de dîl hatine girtin. Jina Êzidî ragihand ku yên hatine revandin li Telaferê tên ragirtin û diyar kir ku çeteyan îxtiyaran, zarokan, jinan, jinên ciwan-keçan kom bi kom ji hev cuda kirine. Li gorî vê yekê bi zorê bi îxtiyaran nimêjê didin kirin, hewl didin bi zorê zarokan bikin 'leşker'. Jin her roj li bazarên koleyan tên firotin, jinên ciwan-zarokên keç jî rastî mûameleyeke cuda tên. Beşek ji jinên ciwan-keç li bazara koleyan tên firotin, beşek jî yek bi yek li malên nobedar tên bicihkirin. Yên li van malan tên bicihkirin, di bin navê 'zewacê' de rastî destavêtina çeteyên DAIŞ'ê tên. X.C. da xuyakirin ku ew ji bo vê yekê ji Telaferê anîne û anî ziman ku çete vê hovîtiya destavêtinê li her derê dikin.
PUKmedia-Anha
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
10:07 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
Kurdistan 10:49 PM - 2024-05-07 -
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
Kurdistan 10:07 PM - 2024-05-07 -
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
Kurdistan 10:32 AM - 2024-05-08 -
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08