Mam Celal … Tu baş bê, Gelê Kurd hemû başe
kurdistani 12:54 PM - 2013-05-18
Mam Celal … Tu baş bê, Gelê Kurd hemû başe
Roja 17/12/2013`an Serokomarê Êraqê Mam Celal nexweş ket û jib o çareserîkirina pêwîst jî roja 19/12/2013`an rakirin welatê Almanyayê. Piştî nexweşkeftina rêzdar Mam Celal gelek nûçey û gotegotên derewîn li hindek çapemeniyan de hatin belav kirin ku Serokomar nikare bedena xwe bilivîne yan Serokomar koça dawî kiriye û ji ber rewşa siyasî ew nûçe nayê belav kirin.
Ev gotegot û dengoyên weha heya roja 17/5/2013`an hebûn taku di heman rojê de danê êvarê tîma pizîşkî ya Serok Mam Celal kongireya rojnamevanî saz kirin û tê de rewşa tendirustiya Serok Talebanî aşkira kirin û bi rewşeke (gelekî baş) destnîşan kirin û kanala asmanî ya Kurdsatê çend wêneyekî Serok Mam Celal nîşan da ku li baxçeya nexweşxaneyê li Almanyayê goftûgo li gel tîma pizîşkî dike. Vê nûçeyê dilxweşiyek gelekî zor lib a xelkê Kurdistanê bi taybet û Êraqê bi giştî çêkir.
Dr. Necmedîn Kerîm di daxuyaniya xwe de ya di derbarê tendirustiya serok Talebanî de ragihand, ku rewşa tendirustiya Serok Mam Celal li gorî pênc mehên berê gelekî baş bûye.
Dr. Necmedîn di derbarê başbûne tendirustiya Serok Mam Celal de axivî û diyar kir û weku mucîzeyekê nirxand.
Her wiha Dr. Necmedîn tekez kir ku her diçe rewşa Serok Mam Celalbaştir dibe û spasiya tîma teybet a ku rewşa tendirustiya serok Mam Celal ji nêz ve doişopîne kir.
Wekî din tîma pizişkî ya teybet a serok Mam Celal derman dike tekez kir, ku her diçe rewşa Serok Mam Celal baş dibe û dema ku ew tendirustiya xwe baş bi dest bixe, dikare vegere karûbarên xwe yên teybet bike.
Kurdistaniyan ahengên bo başbûna tendirustiya Serok Talebanî digrin
Şeva 17/5 piştî belavbûna nûtirîn wêneyên Serok Talebanî ku bi tendirustiyek baş li gel tîma pizişkî deye. Welatiyên bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bo nîşandana kêfxweşiya xwe, rijiyan ser cada û kolanan û bi lîstikên agirîn asman xemilandin û ahengên xwe gerandin.
Li bajarê Silêmaniyê welatî rijiyan ser cadeya serekî ya Silêmaniyê bi nave Salim û ahengên xwe heya derngiya şevê gerandin.
Li bajarê Hewlêr û Koyê û navçeyên din yên Herêma Kurdistanê jî bo başbûna tendirustiya Serok Talebanî, welatiyan bi awayên cur be cur dest bi nîşandana xweşhaliya xwe xuya kirin.
Polîsê Silêmaniyê: Tu kes bi guleyan birîndar nebûye
ji aliyekî din ve piştî dîtina wêneyên Serok Mam Celal û Kurdistaniyan bi lîstkên agirîn û gulebaranê kêfxweşiya xwe anîn ziman, wezareta navxwe daxwaz li welatiyan kir ku pabendbin bi rênemayên wezareta navxwe û teqekirinê, nûçeya wê yekê jî belav bû ku çend kesek ji ber teqekirinê birîndar bûne, lê belê nexweşxaneya Silêmaniyê ragihand ku tu kesek ji ber teqeyên xweşiyê birîndar nebûne, ew kesên hatin nexweşxaneyê bi sedemên cuda birîndar bûne.
Jêderekê li nexweşxaneya feryatê ya Silêmaniyê ji PUKmedia`yê re ragihand ku şeva borî 17-18/5/2013`an roja înê li bajarê Silêmaniyê tu kes bi teqe û gulebaranên şabûnê birîndar nebûye, bi wê wateyê ku tu birîndarên bi guleyan neçûne naxweşxaneyê.
Serokê Herêmê: Bi baştirbûna Serok Mam Celal gelek kêfxweşbûm
Piştî ku duh 17/5/2013`an tîma pizîşkî ya Serok Mam Celal baştirbûna tendirustiya Serok Mam Celal ragihand, piştre jî çend wêneyekî fexameta wî belavkirin. Îro 18/2, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ku malpera serokayetiya herêmê belavkiriye û kêfxweşiya xwe di wê bare de ragihandiye û gotiye: “Nûçeya baştirbûna tendirustiya Serok Mam Celal ez gelekî kêfxweş kirim.”
Mesûd Barzanî gotiye: “Bi bihîstina nûçeya başbûna tendirustiya Serok Mam Celal Serok Komarê Iraqa Federal gelek xweşhal bûm.Ji xwedayê mezin hêvîdarîn ku şîfaya tevahî ji bo rêzdar bişîne. Hêvîdarîn bi zûtirîn dem bi tendirustiyekî baş ve vegerê nav me.”
Kêfxweşî berdewam in
Wezîrê tendirustiya Êraqê Dr. Mecîd Hemed Emîn kêfxweşiya xwe anî ziman û ragihand ku xelkê Êraqê û Kurdistanê dilniya dikim ku tendirustiya Serok Mam Celal gelekî başe û qonaxên zehmet derbas kiriye û her weha bi bona başbûna tendirustiya Serok Mam Celal, ez pîroziyên germ arasteyî gelê Êraqê û Kurdistanê, kadîr û alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û malabatên şehîdan dikim.
Ji aliyekî din ve jî wezîrê bazirganiyê ya Êraqê Dr. xêrula Babekir kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Tendirustiya Mamê mezin pêgehekî dine ye ku berê Kurdewariyê daye serxwebûnê.
Baştirbûna tendirustiya Serok Mam Celal di çapemeniya Êranê de
Di dema belavbûna wêneyên Serok Mam Celal, çapemeniya Êranî bi giringî ew nûçeya guhastin.
Malpera Bulten news di manşêta xwe de weha nîşan daye: “Nûçeya tendirustiya Talebanî xelkê êraqê daxistiye kolanan.”
Wê malperê nivîsiye ku; Piştî belavbûna wêneyên Celal Talebanî xelkê bajarên Êraqê daketine kolanan û xweşhaliya xwe bo baştirbûna tendirustiya Talebanî nîşan dane.
Di dirêjahiya nûçeya xwe de hatiye: "Li Êraqê de her dem qeyranek rûdaye , bi hebûna Talebanî qeyran çareser dibe, belavbûna wan wêneyan jî hemû aliyek kêfxweş kir."
Her weha ajansên nûçeyan (Xeberî Olayn, Recanews, Îsna, Fars newse, Firaru, Esir Êran û çendîn malper û ajansên nûçeyên Êranê bi belavkirina wêneyên nû yên Serok Mam Celal û her weha kurteyek ji jiyana Mam Celal behsa giringiya rola Mam Celal di aştî û seqamgîriya Êraqê û Kurdistanê kirine û ragihandine ku: "Belavbûna ew wênene piştî 5 meh ji nexweşiya cenabî xelk rijyaye ser kolanan û bi vê bone xelkê weku cejin aheng gerandin. Eve jî nîşana xweşewîstiya Mam Celale liba xelkê xwe û di heman demê de jî nîşana giringî û bêwêneyiya rola cenabê wî di aramî û seqamgîrî û pêşkeftina welat de."
Her weha piraniya rojnameyên Êranê jî ji wan (Şerq, Bihar, Qanûn, Taran emroz…. Htd bi giringî ev nûçeye behs kirine , wek nimûne rojnameya qanûn li jêr manşêta: “Mam Celal Kurd kêfxweşkirine.” Behsa jiyan û kesayetiya Mam Celal kirine.
Rojnameyê ragihandiye: "Belavbûna ew wênane hêviyekî zor bo xelkê Kurdistan û Êraqê bo vegeryana Talebanî dirust kiriye."
Ji aliyê xwe ve jî mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha Tehranê û vekolînerê di ware siyasetê Dr. Sadiq Zîbakelam sebaret bi egera ew rengdana giring bi nûçeya Serok Mam Celal li nava xelkê û çapemeniya êranê de ji PUKmedia`yê re ragihand: "Cih û pêgeha Celal Talebanî ji bilî kesayetiya xwe rol û destkeftên xwe di serdema pêş rûxana dîktatoriyetê li Êraqê û her weha paş rûxana Sedam, hilgirê yek taybetmendiya giringe ew jî eweye ku nexweşkeftina cenabê wî di demekê de rûda ku Êraq di ware asayîş û dijayetiya navxweyî bû eve di yek ji qonaxên herî xirap deye, div ê rewşê de jî giringiya hebûna cenabê Mam Celal ji hemû deman zêdetir nîşan ddide û hemû Êraq û Kurdistan zêdetir pêwîstiya xwe pê heye."
Dr. Sadiq Zîbakelam got: "Ew hêvî û baweriya xelkê Êraqê ye, weku Serokomarê Êraqa federal kilîtê çareseriya kêşeyan e ez weha bîr dikim ku xweşhalî û pêşwaziya xelk û aliyan bo vegeryana tendirustiya Mam Celal bow ê yekê vedigere ku carek din hebûna Mam Celal û şiyana wî ewê bikare asayîş û aştî li welatê xwe de berve geşbûnê de bibe."
Kurdistan bi wî tê naskirin
Nivîskar û şareza li karûbarê rojhilata navîn jî Erdeşêr Peşeng ji PUKmedia`yê e ragihand ku: "Bi dîtina min yek ji egerên ev kêfxweşî û pêşwazîkirina bo nûçeya tendirustiya Mam Celal bo cih û pêgeh û rola bêwêne û dîrokî yê rêberê Kurd ku ne tenê liba Kurdan belku liba xelkê Êraqê û navçeyê ku heye vedigere."
Peşeng got:" Em nikarin vê rastiyê veşêrin ku Mam Celal nasnameya xelkê Kurdistanê ye û yek ji wan rêberên yekane yê Kurde ku di civaka navdewletî de, Kurdistan bi wî tê naskirin."
Başbûna tendirustiya Serok Talebanî di çapemeniya Tirkî de
Piştî belavbûna çend wêneyekî Serok Mam Celal di kanalên ragihandinê de û ragihandina baştirbûna tendirustiyê ji aliyê tîma pizîşkî ya fexameta wî, çapemeniya Tirkiyê giringiyek taybet daye wê nûçeyê û her yekî ji wan bi awayekî ew nûçeye dariştiye û behsa baştirbûna tendirustiya Serok Talebanî dikin.
Di vê bare de Rojnameya Huriyetê bi navnîşana “Talebanî rabûye ser xwe” ev nûçe belavkiriye"
Rojnameyê ragihandiye: “Rewşa tendirustiya serokomarê Êraqê Celal Talebanî berve pêşve diçe.”
Huriyetê bi piştbestin bi daxuyaniya serpereştyarê tîma pizîşkî ya tendirustiya serokomar Dr. Necmedîn Kerîm ku li nexweşxaneya (Charite) li Berlînê çaeseriya pizîşkî dibîne gotiye: “Nexweşiya xwe bersiva erênî bo tedawiyê daye, her weha berdewam û berbiçav başbûna barê tendirustiya bi xwe ve dibîne.”
Dr. Necmedîn ev jî ragihandiye ku: “Piştî temambûna çareseriyên pizîşkî, Mam Celal di demek nêzîk de vedigere Êraqê, lê belê dîroka vegera wî diyar nîne.”
Rojnameya Huriyetê weha pêde çûye: “Çendîn demjimêr piştî vê nûçeyê wêneyên Talebanî di malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de hatine belav kirin, Talebanî li nav baxçeyekê de rûniştiye û diktorên wî li derdora wine.”
Di dawiya nûçeyê de Huriyetê weha nivîsiye, “Serokomarê Êraqê Mam Celal roja 17/12/2012 li Bexdayê rastî celteya mêjî bûye û ji 20/12/2012`an ve li nexweşxaneya zanîngeha Charite çareseriya pizîşkî dibîne.”
Rojnameya Radîkal ya Tirkî jî weha belav kiriye: "Wêneyên Talebanî hatin belav kirin"
Wêneyên serokomarê Êraqê ku ev 5 mehin li Almanyayê çareseriya pizîşkî dibîne hatine belav kirin.
Talebanî ku jib o nerihetiya dil ev çendîn care rewşa tendirustiya xwe têkçûye di rojên dawî de derbarê wî de çendîn nûçe hatine belav kirin, ku waye jiyana xwe ji dest daye, ev nûçeyên han jî bi fermî bi derewîn hatine derxistin, di demekê de li Êraqê goftûgo li ser diyarkirina kesekî din bo postê serokomariyê tê kirin. Li Almanyayê wwêneyên Talebanî hatin belav kirin.
Malpera T24 ya Tirkî ew nûçe weha belav kiriye "Rewşa tendirustiya Talebanî berve başiyê ve diçe"
Bangeşeya wê yekê dihat kirin ku jiyana xwe ji dest daye, lê derket hole ku rewşa tendirustiya serokomarê Êraqê berve başiyê ve diçe.
Li gel bangeşeya jiyanjidestanê dihat kirin piştî 5 mehan ji çareseriya pizîşkî, serokomarê ÊLraqê derketiye.
Talebanî ku li Almanyayê çareseriya pizîşkî dibîne, pizîşkên wî ragihandin ku: Rewşa tendirustiya wî berve başbûnê ve dere, ta niha jî çareseriya pizîşkî ya serokomarê Êraqê li nexweşxaneya Almanyayê berdewame.
Rojnameya Miliyetê a Tirkî jî weha belavkiriye:"Doktor radighînin ku rewşa tendirustiya Celal Talebanî başe"
Vê dawiyê çendîn nûçeyên sebaret bi rewşa tendirustiya Mam Celal hatine belav kirinê, carekê bangeşeya wê yekê hate kirin ku waye jiyana xwe ji dest daye lê ew nûçe bi fermî bi derewîn hate derxistin.
Dr. Necmedîn Kerîm û doktorên Talebanî ragiandine ku, ji dema borî heya niha tendirustiya Mam Celal başbûnekî zor mezin tomar kiriye , bi lingên xwe vedigere welatê xwe.
PUKmedia/Taybet
hewal ziyatr
-
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09 -
Helîkopreke Amerîkî li nêzîkî tengava Hormizê kete xwarê
11:08 AM - 2026-06-09 -
Nirxê petrolê dadikeve
09:44 AM - 2026-06-09 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Omer Şêxmûs: Kurd çavkaniya aştî û aramiya herêmê ne
02:36 PM - 2026-06-09
Trump: Îsraîl dê careke din bi Îranê re şer neke
09:10 AM - 2026-06-09
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
08:35 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08 -
Omer Şêxmûs: Kurd çavkaniya aştî û aramiya herêmê ne
Kurdistan 02:36 PM - 2026-06-09



.png)


Aplîkêşin

