Onder: Li holê maseyek heye

kurdistani 04:43 PM - 2015-04-29
Onder: Li holê maseyek heye

Onder: Li holê maseyek heye

Berdevkê heyata Îmralî ya HDP`ê Sirri Sureyya Onder li hember da xuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê  Receb Tayîb Erdogan ên li dijî pêvejoya çareseriyê nerazîbûnên xwe nîşanda û got: Li holê mesayek heye, ew mase jî ev sê mehin hatî danan.

Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li hemberî daxuyaniya Erdogan ên li dijî pêvajoya çareseriyê yên: "Gotina pirsgirêka Kurd cihêkarî ye, hebûna maseyeke li dorê hatiye rûniştin tê wateya hilweşîna dewletê" nerazîbûn nîşan da û got: "Bi navê Berdevkê Heyeta Muzakereyê ya Îmraliyê dibêjim, ku li holê maseyek heye. Ew mase jî beriya sê mehan hatiye danîn. Li her du aliyê maseyê mirov rûniştî ne û gelek caran li dora vê maseyê civîn hatin lidarxistin. Mutebeqeta Dolmabahçeyê ya dîrokî jî li vê maseyê derket holê. Navê vê maseyê 'Maseya Aştî û Çareseriya Demokratîk' e. Di rewşeke ku li Rojhilata Navîn sîstem yek bi y ek hildiweşin de, ev mase ji bo garantîkirina pêşeroj, demokrasî û yekîtiya welatê me, yek ji pêngavên herî girîng ên demokratîk e."

Onder ji bo gotinên Erdogan ên digot, "HDP'ê bi rêyên îllegal karên me zehmet kir" wiha axivî. Birêz Serokkomar di vî warî de rastiyan nîne ziman. Weke Heyeta Muzakereyê ya HDP'ê sê caran me serî li rê û rêbazên îllegal dan. Em ê van hemûyan, asta heyî ya pêvajoyê û rewşa xetimandî sibe saet di 11:00 de bi civîna çapemeniyê re bi awayekî berfireh bi raya giştî re parve bikin."

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket