Îmad Ehmed ji Nêçîrvan Barzanî re: Xelata te ya rastîn baweriya di dilê xelkê de ye
Kurdistan 10:38 AM - 2026-07-09
PUKMEDIA
Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed
Berpirsê Mekteba Ragihandin û Hişyariyê ya YNKê, pîrozbahiyê li Nêçîrvan
Barzanî dike û dibêje: Pîroz be zilamê nermrêyî, bawerî û dûrbîniyê. Ev
xelat, rûmetgirtina zilamekî ye ku bi salan e bi dilsozî, nermrêyî, aramî,
dûrbînî û şiyana avakirina baweriyê, di qonaxên hestiyar ên dîroka Herêma
Kurdistanê de roleke berçav û bibandor lîstiye.
Îmad Ehmed, Berpirsê Mekteba Ragihandin û Hişyariyê ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di peyameke pîrozbahiyê de ji bo Serokê
Herêma Kurdistanê ragihand: Pîrozbahî ji bo Kak Nêçîrvan Barzanî, mêrê nermrêyî,
bawerî û dûrbîniyê. Bi boneya xelatkirina kak Nêçîrvan, bi yek ji xelatên herî
bilind û birûmet ên Îtalyayê, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî birêz
dikim.
Her wiha got: Ev xelat ji bo min ne tenê rûmetgirtina
serokekî ye, belku rûmetgirtina zilamekî ye ku bi salan e bi dilsozî, nermrêyî,
aramî, dûrbînî û şiyana avakirina baweriyê, di qonaxên hestiyar ên dîroka
Herêma Kurdistanê de roleke berçav û bibandor lîstiye.
Û weha dibêje: Dema ku ez li ser wan rojan dihizirim ku me
di kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi hev re kar dikir, wêneya zilamekî
li ber çavên min e ku di biryardanê de wêrek û xwedî bawer bû, di reftaran de
nermrê û xweşreftar bû, di dostaniyê de heval û dost bû, û di xwendina rûdanan
de jî dûrbîn û hûrbîn bû.
Îmad Ehmed her wiha diyar kiriye: Hinek post û pile bi
derbasbûna demê re bi dawî dibin, lê tiştê ku di bîra mirovan de dimîne, şêwazê
reftarê, rêzgirtina li mirovan û şiyana parastina dostaniyê ya di nav cudahiyan
de ye. Kak Nêçîrvan ji wan kesan e ku dikare bi cudahiyan re guftûgoyê bike û
di nav qeyranan de, deriyê hêvî û çareseriyê vekirî bihêle.
Di dawiyê de jî nivîsiye: Ji dil û can pîrozbahiyê li Kak
Nêçîrvan Barzanî dikem û hêvîdar im ev xelatkirina navdewletî bibe handerekî
zêdetir ji bo berdewambûna li ser xizmeta aştiyê, pêkvejiyanê, guftûgoyê û
parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê. Pîroz be Kak Nêçîrvan,
hinek xelat bi sîng ve tên hilgirtin, lê xelata rastîn ew bawerî ye ya ku mirov
di dilê gel de bi cih dihêle.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Şandekê borda ragihandina YNK serdana Partiya Pêşverû kirin
08:49 PM - 2026-07-11 -
Îraq hewl dide ku tometbar û pereyên hatine dizîn vegerîne
05:53 PM - 2026-07-11 -
Termê kalemêrekî kurd li Efrînê kuştî hate dîtin
11:58 AM - 2026-07-11 -
Serokwezîrê Iraqê dê pênc mijaran li Amerîkayê gotûbêj bike
10:38 AM - 2026-07-11
zêdetir tamaşe bike
Tekez li ser vegera aliyên siyasî bo ser mêza danûstandinan tê kirin
06:26 PM - 2026-07-11
Piştî nerazîbûnên bo parastina navên dîrokî û zimanê Kurdî li ser çend tabelayên li Hesekê û Kobanê hat pesendkirin
05:16 PM - 2026-07-11
Aliyên Rojava hewldanên guhertina navê Kobaniyê red dikin
02:31 PM - 2026-07-11
Bahoza "Bavi" Rojhilatê Asyayê hejand
02:02 PM - 2026-07-11
zortrin xwendraw
-
Piştî nerazîbûnên bo parastina navên dîrokî û zimanê Kurdî li ser çend tabelayên li Hesekê û Kobanê hat pesendkirin
Kurdistan 05:16 PM - 2026-07-11 -
Aliyên Rojava hewldanên guhertina navê Kobaniyê red dikin
Kurdistan 02:31 PM - 2026-07-11 -
Îraq hewl dide ku tometbar û pereyên hatine dizîn vegerîne
Êraq 05:53 PM - 2026-07-11 -
Termê kalemêrekî kurd li Efrînê kuştî hate dîtin
Kurdistan 11:58 AM - 2026-07-11 -
Bahoza "Bavi" Rojhilatê Asyayê hejand
Cîhan 02:02 PM - 2026-07-11 -
Tekez li ser vegera aliyên siyasî bo ser mêza danûstandinan tê kirin
Kurdistan 06:26 PM - 2026-07-11 -
Serokwezîrê Iraqê dê pênc mijaran li Amerîkayê gotûbêj bike
Êraq 10:38 AM - 2026-07-11 -
Dezgeha Asayîşa Herêmê toreka firotina pereyên sexte girtin
Kurdistan 01:22 PM - 2026-07-11






Aplîkêşin

