127 milyar dînar û 24 milyon dolar.. Tevahiya pereyên ku di doza El-Cumeylî de hatine desteserkirin

Êraq 01:28 PM - 2026-07-06
Dolar PUKMEDIA

Dolar


Dadgerê lêkolînê yê Dadgeha Sûcan a Navendî ya Têkoşîna Dijî Gendeliyê, ragihand ku di doza girtiyê tawanbar, Alîkarê Wezîrê Neftê yê ji bo Karûbarên Parzûnkirinê Adnan El-Cumeylî û aliyên din ên têkelî dozê de, 25 milyar dînarên nû yên Îraqî, 1 milyon dolar û nêzîkî 5 kîlogram zêr hatine desteserkiirin.

Daxuyaniya Ragihandina Dadweriyê li ser zarê dadgerê peywendîdar ragihand ku di encama şopandina hûr a ji bo desteserkirina qezencên darayî yên ji ber ziyana di projeyên ku ji aliyê tawanbar û aliyên dozê ve hatine pêkanîn de, ev pereyên ku di şûşeyên plastîk ên avê de hatibûn bicihkirin û li hundirê mala tawanbar a li bajarê Tikrîtê hatibûn veşartin, hatin desteserkiirin.

Her wiha da zanîn ku " Bi giştî pereyên desteserkirî gihîştiye 127 milyar dînar û 24 milyon dolaran, ligel desteserkirina xanî, otombîl û zêrên ku hatine girtin. Wî tekez kir ku lêkolîn û şopandina kesên din ên têkelî dozê berdewam e heta ku hemû rênmayên qanûnî bi dawî dibin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket