Kûpaya Cîhanê 2026 û felsefeya lihevkirinê ji qada lîstikê ber bi dîplomasiyê
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-20
PUKMEDIA
Îmad Ehmed
Dîroka
mirovahiyê her tim di navbera du qadan de ji nû ve hatiye nivîsandin; Qada şer
û maseya danûstandinan. Li ya yekem, hêz hewl dide ku îradeya xwe ferz bike, û
li ya duyem, aqil hewl dide ku hêzê sînordar bike, lê kêliyên kêm hene ku her
du cîhan li hev dicivin; Dema ku lîstik û siyaset, hewes û berjewendî, pêşbazî
û dîplomasî di yek wêneyî de li hev dicivin.
Sala 2026`an
yek ji wan kêliyan e. Ji aliyekî ve, bi mîlyonan kes Kûpaya Cîhanê temaşe
dikin; Bûyerek ku ziman, netewe û ol ji bo demekê di bin ala lîstikê de tîne
cem hev.
Di vê
navberê de, Rojhilata Navîn hewlên danûstandin û gihîştina lihevkirinek di
navbera Amerîka û Îranê de temaşe dike; Diyalogek ku encama wê ne tenê ji bo
her du welatan, lê ji bo tevahiya herêmê û hevsengiya nû ya hêz û ewlehiyê
girîng e.
Li ser rûyê
erdê, yek lîstik e û ya din jî siyaset e, lê di kûrahiya xwe de her du jî heman
tiştî digerin ku dîtina hevsengiyê ye.
Fûtbol bê yasa
bê wate ye, eger her lîstikvan bi dilxwazî biçe û sînor tune bin, meydan
dibe qada şer, ev yek ji bo siyasetê jî derbas dibe. Ger dewletek tenê bi
zimanê hêzê biaxive, cîhan dê bibe qada pevçûnên bêdawî. Ji ber vê yekê
şaristanî li ser bingeha qanûn û peymanan hatiye avakirin; Ji ber ku yasa xetên
spî ne ku sînorên lîstikê diyar dikin, lê di her lîstikek mezin de, ne tenê
lîstikvan çarenûsê diyar dikin, hakemek (Navbeynkarek) heye; Kesek ku ne êrîş
dike û ne jî diparêze, lê bêyî wî, lîstik dibe qada şer.
Hakem (Navbeynkar)
golan tomar nake, lê rê li ber golên ku bi hêza mûştiyan, an jî bi binpêkirina
yasayan têne avêtin digire. Hêza hakem di bêalîbûn û parastina yasayan de ye,
ne di piştgiriya wî ya yekalî de.
Felsefeya
siyasetê heman prensîbê qebûl dike. Saziyên navneteweyî, hiqûqa navneteweyî û
welatên hakem pir caran heman rola hakeman (navbeynkaran) dilîzin.
Dibe ku ew
her tim dadperwer nebin, dibe ku carinan ji aliyê berjewendiyan ve bandor
bibin, lê çi dibe bila bibe, hebûna wan ji nebûna wan çêtir e, ji ber ku cîhan
bê hakemî, pir zû vedigere yasaya daristanê; Qanûna yê bihêztir, maf jî
zêdetir.
Ji aliyekî
din ve, diyaloga Amerîka -Îranê ne tenê têkiliyek di navbera du dewletan de ye.
Li pişt vê hevkêşeyê hejmarek lîstikvanên din hene. Îsraîl ji ewlehiya xwe bi
fikar e û her guhertinek bi guman dibîne. Lubnan hîn jî di rewşek nearam de ye
û li bendê ye ku bibîne ka pêşeroj ji bo hevkêşeya herêmî çi digire.
Hizbullah
hewl dide ku cihekî nû di navbera rastiya xwe ya siyasî û mîrata leşkerî de
bibîne, wekî di Kûpaya Cîhanê de, û di siyasetê de tu tîm bi tena serê xwe
nalîze; Serketin û windahiyên her tîmê dê bandorê li yên din bike.
Dîrok dersek
girîng dide me: Piraniya şeran li qadê dest pê dikin, lê di odeyan de bi dawî
dibin. Piştî salên lêçûna saman û xwînê, hemî alî dê neçar bimînin ku vegerin
ser maseya ku ew di serî de jê reviyane.
Ev nîşana
qelsiyê nîne; belkû nîşana wê yekê ye ku di dawiy kar de, hêz bi tenê çareser nîne.
Hêz dikare deriyan veke, lê tenê giftûgoye ku dikare di wî erî re biçe jorê.
Dersa herî
girîng a Kûpaya Cîhanê ya 2026an ew e ku serkeftin bi tenê bi hêzê nayê
bidestxistin. Tîma şampiyon ne her gav ew e ku herî bihêz, an jî herî dijwar
dilîze; belkû ewe ye ku ew yasayan çêtir dizane, hevalên xwe yên tîmê çêtir fam
dike, û di navbera hêz û aqil, êrîş û parastinê, rastî û xwestekê de
hevsengiyek çêtir çêdike.
Heman yasa
di siyasetê de jî derbas dibe. Ew aliyê ku dikare di navbera berjewendiyên xwe
û berjewendiyên yên din de hevsengiyek çêbike serketî ye, ji ber ku serkeftina
rastîn ne li ser têkbirina dijberê we ye; Ew afirandina pergalek e ku her kes
dikare tê de bijî ye.
Di dawiya
her lîstikê de, fîkik tê lêxistin û tîma serketî kûpayê radike, lê di lîstikên
siyasî yên dîrokê de, serkeftina rastîn ew e ku welatan rizgar bike ji şer û
pêşerojek aştiyane bi dest dixin, çûnkî kûpaya cîhanê piştî çend heftiyan bi
dawî dibe, lê belê aştî, yan şer dikare bidome û çarenivîsa nifşan biguherîne.
Ji ber vê
yekê, mîna futbolê, em di siyasetê de hewceyê lîstikvanên baş in; Lê ji vê
bêtir, em hewceyê hakemên dadperwer û yasayên rêzdar in, ji ber ku bê qanûnan,
meydan dê çol be û bê lihevkirin, pêşeroj dê tenê dubarekirina rabirdûyê be.
Fîşek li
meydanê tên avêtin, lê peymanên aştiyê tenê li ser maseyan tên îmzekirin. Dîrok
qet kesê ku herî zêde çek hebûn wekî leheng nabîne; belkû wî tîna bîra xwe yê ku
di kêliyek hestiyar de, diyalog hilbijart ne şer û rêkeftin biser têkçûna rewşê
de. Her ewe di felsefeya jiyan û siyasetê de serkeftina rastîn e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mazlûm Ebdî li Parîsê digel Emmanuel Macron dicive
05:57 PM - 2026-06-20 -
Yenar Mihemed li Silêmaniyê tê bîranîn
04:01 PM - 2026-06-20 -
Ziyanên Amerîka di şerê Îranê de 132 milyar dolar bûye
01:50 PM - 2026-06-20 -
Îro 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberane
01:18 PM - 2026-06-20
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Festîvala Fîlmên Mobayîl a Kurdî ji bo ciwanan derfetek başe
10:09 PM - 2026-06-20
Sebah Numan: Dosyaya nehiştina çekan mijareke hebûnî ye
09:23 PM - 2026-06-20
Amerîka û Îran dê li Swîsreyê bicivin û girtina Hurmizê tê redkirin
07:24 PM - 2026-06-20
Serok Bafil û Serokkomar:Divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin
04:10 PM - 2026-06-20
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil û Serokkomar:Divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin
Kurdistan 04:10 PM - 2026-06-20 -
Sûriyê bawernameyên xwendekarên li deverên Rêveberiya Xweser pesend kir
Kurdistan 02:36 PM - 2026-06-20 -
Mazlûm Ebdî li Parîsê digel Emmanuel Macron dicive
Kurdistan 05:57 PM - 2026-06-20 -
Yenar Mihemed li Silêmaniyê tê bîranîn
Kurdistan 04:01 PM - 2026-06-20 -
Ziyanên Amerîka di şerê Îranê de 132 milyar dolar bûye
Cîhan 01:50 PM - 2026-06-20 -
Îro 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberane
Kurdistan 01:18 PM - 2026-06-20 -
Serok Bafil: Festîvala Fîlmên Mobayîl a Kurdî ji bo ciwanan derfetek başe
Kurdistan 10:09 PM - 2026-06-20 -
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê ji bo danûstandinan sardana Tehranê dike
Cîhan 12:17 PM - 2026-06-20






Aplîkêşin

