Rewangeha Sûrî:Hejmara qurbaniyên şerê Helebê gihîşte 63 kesan

Kurdistan 09:55 AM - 2026-01-13
Logoyê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Medya

Logoyê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan

Hunermendê gelêrî yê Efrînî, Mihemed Elî Hesen Hebîb, piştî ku roja Şemiyê 10ê Çile ji ber birînên xwe ji ber topbarana hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li rojavayê taxa Şêx Meqsûd li Helebê de birîndar bibû, piştre canê xwe ji dest da.

Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand ku hêzên Hikûmeta Demkî kur û zavayê wî roja Yekşemê dema ku termê wî dibirin bajarê wî yê jidayikbûnê li navçeya Bulbul ya gundewarê Efrîn li xala kontrolê ya El-Ewarîd li deriyê taxa Şêx Meqsûd girtin,Heta niha çarenûsa girtiyan ne diyar e, ev yek jî di nav malbat û akinciyên herêmê de dilgiraniyê çêdike.

Roja 30ê Kanûnê de, hêzên Ewlekariya Giştî ciwanek ji gundê Zuq El-Kebîr ê navçeya Şîrawa ya ser bi bajarê Efrînê dema ku li Helebê bû girtin, bi b bêyî ku çi tometek ya li dijî wî were kirin, ew birin cihekî ne diyar û ji wê demê ve tu agahî li ser cihê wî ne hatiye wergirtin.

Ji aliyê xwe ve,malbata wî bang li aliyên pêwendîdar dike ku çarenûsa wî eşkere bikin.
Ji roja yekem ya aloziyê ve li taxên Helebê hejmara şehîd û qurbaniyan gihîştiye 63 kesan, di nav wan de

*26 sivîl hene, ku di nav wan de 7 jin û 5 zarok hene.

*20 li Şêx Meqsûd, di nav de 5 jin û 4 zarok.

*4 Li taxa Meydanê, di nav de 2 jin û zarokek.

*2 ji karmendên Nexweşxaneya Osman li taxa Eşrefiyê.

*37 Hêzên Leşkerî yên hatine kuştin ku,

*24 Leşker ji Wezareta Parastinê.

*13 Jî endamên Hêzên Asayîşa Navxwe yên Helebê.

*Nêzîkî 115 birîndar hatine belgekirin, ku piraniya wan zarok û jin in.


Ji ber bombebarana dijwar û bê serûber û qutbûna hema bêje tevahî ya xizmetên ragihandin û înternetê, hejmarek sivîl hîn jî winda ne, çarenûsa wan nayê zanîn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket