Şer û pevçûn di navbera Hêzên Kurd û Hikûmeta veguhêz a Sûriyê de derket
Cîhan 07:55 PM - 2025-12-22
PUKMEDIA
Heleb
Ji ber şer û pevçûnên di navbera Hêzên Kurdî û hêzên
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, zêdetir ji 5 kesan birîndar bûn di nav de zarok jî hene.
Îro 22/12/2025 li Heleb şer û pevçûn di navbera Hêzên
Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê de şer derket, Hêzên bi
ser hikûmetê ve bi top û hawinan êrîşê herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin,
ji ber wê yekê xelk neçar man ku dest ji malên xwe berdin û biçin ciheke aramtir.
Di destpêkê de grûpan êrîşî xala kontrolê a li bazneya Şîhanê kirin ku aramî û ewlehiya bajêr dixe metirsiyê, li hemberê hêzên Kurdî bersiv dan, û amaje bi wê yekê jî
kirin ku Hikûmeta heyî nikare hemû grûpên çekdar bixe jêr kontrolê, û
berpirsyariya vê êrîşê xistin ser milê hikûmetê.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn hişyariyek da welatiyan ku ji
malên xwe dernekevin û ji pencereyên dûrkevin, her wiha ji wênekişan û vîdyoyan
dûrkefin, û baweriya xwe bi gotegotên ser tora civakî nekin û netirsin.
Hikûmeta veguhêz dron rakirin ser her du taxan, ev jî
binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd
-Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin e.
Parêzgarê Heleb Ezam Xerîb di wê derbarê de dibêje niha em di hewldanan de ne ku li gel Hêzên Sûryeya Demokrat bikevin goftûgoyê ji vegerandina aramî û aştiyê û vejiandina Sûriyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

