Çîn û Rûsya sêyemîn manorên hevbeş a dijî mûşekan encam didin
Cîhan 10:23 AM - 2025-12-07
Reuters
Alayên Çîn û Rûsiya
Wezareta Parastinê ya Çînê duh Şemiyê ragihand ku hêzên
çekdar ên wê di destpêka Kanûnê de, li ser axa Rûsyayê, gera sêyemîn a manorên
hevbeş ên dijî-mûşekan bi hevtayên xwe yên Rûsî re pêk anîne.
Ev manor di çarçoveya hevkariya parastinê ya di navbera her
du aliyan de tên, û tekez dikin ku ew û
arastey ti aliyeke din ne hatiye kirinû ne ti bersiveke ji bo pêşketinên
navneteweyî yên heyî, lê beşek ji hevkariya berdewam a di navbera her du
welatan de li ser parastina mûşekî û hevrêziya stratejîk in.
Ev di demekê ye ku Çîn û Rûsyayê meha borî li ser
parastina mûşekî û aramiya stratejîk danûstandin kirin û di Tebaxê de li
Deryaya Japonya manorên topxane û dijî-binavî pêk anîn.
Pekîn û Moskoyê demek kurt berî destpêkirina leşkerkişandina
tevahî ya Rûsiya ya li ser Ukraynayê di sala 2022an de ketin nav hevkariyek
stratejîk a bê sînor û soz dan ku manorên leşkerî yên hevbeş ên birêkûpêk bikin
da ku hevkariya di navbera hêzên xwe yên çekdar de xurt bikin.
Her du welatan nîgaraniya xwe derbarê pilanên Donald Trump
serokê Amerîkayê bo çêkirina mertalek
mûşekî ya bi navê "Qubbeya Zêrîn" û niyeta wî ya ji nû ve
destpêkirina ceribandinên çekên nukleerî piştî zêdetirî sê dehsalan anîn ziman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

