Qubad Talebanî: Divê kar ji bo xurtkirina peywendiyên navbera Amerîka û Herêmê bê kirin
Kurdistan 02:52 PM - 2025-12-03
Civîna Qubad Talebanî digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka
Ragihandina Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê
Derve yê Amerîka Michael Rigas kir û di civînê de li ser peywendiyên di navbera
Herêma Kurdistanê û Amerîka de û çend mijarên girîng yên ku ji bo herdu aliyan
girîng in, hat gotûbêj kirin.
Di destpêka civînê de, ku roja Çarşemê rêkefta 3ê Kanûna
Pêşîn ya 2025an hate lidarxistin, Cîgirê Serokwezîr vekirina mezintirîn
konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê pîroz kir û ew wekî bûyerek e girîng
bi nav kir ku nîşan dide ku peywendiyên di navbera Amerîka û herêmê de xurt û
girîng in.
Herdu alî li hev kirin ku ji bo xurtkirina peywendiyên
Amerîka û Herêma Kurdistanê zêdetir tiştan bikin û du vê çarçoveyê de, Qubad
TalEbanî got: Deriyê hemû bajar û Herêmên Kurdistanê ji bo Amerîka vekirî ye daku
peywendiyên di hemû waran de, bi taybetî di warên ewlehî, aborî, bazirganî û
çandî de xurt bike.
Derbarê êrîşa li ser zeviya gazê ya Kormor de, her du alî li
hev kirin ku ev êrîşa terorîstî jêrxana aborî û wuze ya Herêma Kurdistanê armanc
digire û divê êrîşên bi vî rengî werin rawestandin.
Di tewrek di ya civînê de behsa pêkanîna kabîneya nû ya
hikûmeta herêmê hat kirin, Qubad Talebanî tekez kir ku em amade ne hikûmetek li
ser bingeha hevsengî û hevbeşiya rastîn ava bikin daku bi bê cudahî xizmeta
hemû welatiyan û herêmên Herêma Kurdistanê bike.
Derbarê Hêzên Pêşmerge û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de,
tekez li ser wê yekê hat kirin ku gavên çaksaziyê dê li gorî plana xwe berdewam
bikin, Cîgirê Serokwezîr ragihand ku çaksaziyên Wezareta Pêşmerge qonaxek baş
derbas kirine û ji bo alîkariya Amerîka ya di vî warî de ji bo Herêma
Kurdistanê spasiya xwe anî ziman û tekezî li ser berdewamiya pêvajoyê kir heta
ku Herêma Kurdistanê xwedî hêzek profesyonel a perwerdekirî û nîştimanî û dûr ji
destwerdan û girêdana partîyan be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

