Qubad Talebanî: Divê gaz ji bo pêdiviyan karebê bê bikar anîn
Kurdistan 06:53 PM - 2025-12-02
Ragihandina Cîgirê Serokwezîr
Qubad Talebanî û Masamishi Sugaya, Berpirsê Rojhilata Navîn yê Wezareta Derve ya Japonya
Cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li Masamishi Sugaya, berpirsê
Rojhilata Navîn yê Wezareta Derve ya Japonya kir û li ser çawaniya xurtkirina
têkiliyên Japonya bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re gotûbêj kirin.
Di destpêka civînê de, ku di 2ê Kanûna Pêşîn ya sala 2025an de hat
lidarxistin, êrîşa li ser zeviya gazê ya Kormorê hat gotûbêjkirin û her du
aliyan bûyer wekî êrîşek li ser binesaziya enerjî û aborî ya Herêma Kurdistanê
û Iraqê bi nav kirin , her weha Masamishi Sugaya piştgirî û hevxemiya welatê
xwe ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman û êrîş şermezar kir û hêvî kir ku êrîşên
bi vî rengî careke din dubare nebin.
Qubad Talebanî rave kir ku ew ne alîgirê hinardekirina gazê ji Herêma
Kurdistanê ne, di şûna wê de, divê ew ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî û
dabînkirina kareba û xizmetkirina pêşkeftina aborî ya Kurdistanê were bikar
anîn.
Di beşeke din ya civînê de, pêwîstiya parastina ewlehî û aramiyê li Îraq
û Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin, bi taybetî di vê qonaxê de ku Iraq û
Kurdistan ber bi pêşketina aborî ve diçin û kompaniya û veberhênerên ji Japonya
û welatên din xwesteka xwe ya veberhênanê li Îraqê zêde kirine.
Di vê çarçoveyê de, Cîgirê Serokwezîr xurtkirina peywendiyên aborî û
bazirganî yên di navbera Japonya, Îraq û Herêma Kurdistanê de wekî gaveke
pêwîst nirxand û tekez kir ku Japonya dikare roleke bibandortir di pêvajoya
pêşketina Kurdistan û Îraqê de bilîze.
Mijareke din ya ku hat gotûbêjkirin pêvajoya siyasî ya Îraqê piştî
hilbijartinên Civata Nûneran bû.
Herdu aliyan hêvî kirin ku hikûmeta Îraqê ya bê di demek nêzîk de û bi
awayekî ku hemû civakan razî bike, were avakirin.
Derbarê pêgeh Kurd li Îraqê de, Talebanî got ku divê pêgeha Kurd li
Bexdayê bihêztir be daku pêgeha herêmê xurt bibe û were parastin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

