Serokê Fransa ji bo gotûbêjkirina çend pirsan dê serdana Çînê bike
Cîhan 11:01 AM - 2025-12-02
Reuters
Serokê Fransa Emmanuel Macron.
Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron vê hefteyê ji bo serdana
xwe ya çaremîn ya dewletê dê biçe Çînê, di demekê de ku Ewropa hewl dide
hevsengiyê di navbera girêdayîbûna xwe ya aborî bi duyemîn aboriya herî mezin ya
cîhanê re bike, digel fikarên zêde yên li ser siyasetên ewlehî û bazirganiyê
yên Pekînê di nav aloziya bazara cîhanî ya kûr de.
Her weha dê serdana xwe roja Çarşemê bi gera Bajarê Qedexekirî yê Pekînê dest
pê bike berî ku roja Pêncşemê li paytextê bi Serok Xi Jinping re û roja Înê jî
li Chengdu, li parêzgeha Sichuan, bicive.
Serdana wî piştî serdana aloz ya Tîrmehê ya Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von
der Leyen tê, ku têkiliyên Yekîtiya Ewropa - Çînê wekî xala guherînê bi nav
kir.
Tê Çavrêkirina ku Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer û şêwirmendê
Alman Friedrich Merz di destpêka sala bê de serdana Çînê bikin.
Pîşesaziyên Ewropî, bi taybetî sektora pola, di bin zextek zêde de ne ji ber
herikîna hinardekirina erzan ya Çînî, ku piştî ku hilberên Çînî li Amerîka rastî
sînordarkirinan hatin, bêtir zêde bûn,hikûmetên Ewropî jî ji pêşketinên bilez yên
Çînê di teknolojiya wesayîtên elektrîkê û serdestiya wê di hilberandina erdên
kêm de, ku her du jî ji bo pîşesaziyên sereke yên Ewropî girîng in, bi fikar
in.
Digel ku bacên gumrikê yên Amerîkî rê li ber herikîna bazirganiya cîhanî
digirin, Pekîn xwe wekî hevbeşek karsaziyê ya balkêş ji bo Ewropa nîşan daye, û
hewl dide ku fikarên li ser piştgiriya xwe ya ji bo Rûsya û siyasetên
pîşesaziyê yên dewletê yên wê kêm bike.
Berî serdanê, şêwirmendên Serok Macron gotin: Ewê fişarê li ser ji nû ve
hevsengkirinê yên peywendiyên bazirganiyê bike, Çînê han bide ku xerckirina
navxweyî zêde bike û daxwaza dabeşkirinek dadperwerane ya qezencên ji nûjeniyê,
di nav de gihîştina mezintir ya Ewropa bi teknolojiya Çînî re bike.
Çavkanî: Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

