Danûstandinên hêdî hêdî ji bo çareserkirina serokatiyan
Kurdistan 10:59 AM - 2025-11-25
PUKMEDIA
Danûstandin ji bo avakirina hikûmeta Îraqê ya bê
Piştî temambûna
hilbijartinan, partiyên serketî bi dizî, eşkere û bi awayekî pir serbixwe di
tevgerên xwe yên siyasî de ne daku sê serokatiyan di zûtirîn dem de çareser
bikin û dûvre hikûmetek nû ava bikin, bê guman, berî bidawîbûna dema destûrî.
Ebas Mûsewî serkirdeyê
Dewleta Yasa ragihand ku danûstandin dê bi Kurdan re ji bo diyarkirina posta
serokkomar û bi Sine re ji bo gotûbêjkirina encamên wan yên pêşerojê, li gorî yasayê
û di çarçoveya destûrê de, paralel bên kirin.
Piştî gotûbêjên
zêde, aliyên Sunnî gihîştin rêkeftinekê û Civata Siyasî ya Nîştimanî ava kirin,
ku ji bilî civakên nêzîkî wan, bi tevahî 63 Kurdistanî hene.
Li gorî nêrîna
çavdêrê siyasî Muxlid Hazim têgihîştinên Sunnî destpêkî ne, û digel hin nîşanên
namzedkirina Mihemed Helbûsî ji bo serokê parlemanê, Dr. Manal Finjan mamostayl
yasayê dibêje:Dibe ku qonaxa
din ji bo çareserkirina pirsgirêkên destûrî qonaxek hêsan be, ji ber ku
danûstandin niha pir aram in di demên berê de vebûnek siyasî ya bêhempa heye,
ku berê bi alozî û xeletiyên medyayê ve dihate diyar kirin.
Derbarê
posta serokwezîriyê de, berdevkê Eqîl Redênê berdevkê Hevpeymaniya Nesir ji
rojnameya nîv-fermî ya Sebah re got ku çarçoveya hevrêziyê heta niha mezintirîn
fraksiyona parlemanî ye, û ewê li gorî rêkeftina navxweyî ya
çarçoveyê bi navxweyî biryarê li ser postê bide û komîteyek hatiye avakirin daku
bi aliyan re li ser post û wezaretên serwerî gotûbêj bike.
Derbarê
posta serokatiya komarê de, Redînî got: Wekî kevneşopiyekê, posta serokomariyê
ji bo Kurdan e û di nav Kurdan de, YNKê wê wekî mafê xwe dibîne, wek
mafekî dîroka ya xwe û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji ber pirsgirêkên
navxweyî yên têkildarî posta serokkomar û serokwezîr hewl dide ku wê wekî
mafekî dîrokî bigire.
Derbarê Suneyan,
El Ridînî got: Di navbera hêzan (Teqedom, Eizm û Siyade) de li ser Mihemed
Helbûsî, ku wekî serketîyê herî mezin ê Sunnî tê hesibandin, nakokî heye,lê, dibe ku namzetiya wî di nav
pêkhateyên cûda de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimîne,wî got: Qonax
tevlihev e û pêdivî ye ku gelek xalên kor veke.
Şandeke
bilind ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Nîzar Amêdî, Berpirsê
Mekteba Siyasî yê Bexdayê, Xalid Şûanî, Wezîrê Dadê û Rizgar Hacî Heme, Berpirsê
Mekteba Hilbijartinê, li Bexdayê bi hemû hêzên siyasî re civiya, peyama
Serok Bafil Celal Talebanî ji hemû aliyan re gihandin û bi berfirehî li ser
hemû pêşketin û guhertinan axivîn û YNKê jî tekez dike ku posta serokatiya
komarê wekî mafê xwe dizane.
Derbarê danana hevrikê bo YNKê di posta serokkomariyê, Rizgar Hacî Heme,
endamê Mekteba Siyasî ya YNKê ragihand ku, danana hevrik ji bo posta
serokkomariyê li hemberî YNKê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne û niha
hemû çavên hemuyan li ser Bexdayê ne û welatî asayîşê ji bo avakirina
hikûmetekê ku xizmetguzarî û pêdiviyan peyda bike girîng in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

