Qubad Talebanî: Divê hem Hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê pêşerojê pirsgirêkan çareser bikin
Kurdistan 08:04 PM - 2025-11-18
Ragihandina Cîgirê Serokwezîr
Qubad Talebanî û Mihemed Hesen, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Îrfan
Sadiq, Balyozê Îtalyayê Nicolo Fontana û Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê
Neteweyên Yekbûyî li Îraqê Mihemed Hesen re civiya.
Di hersê civînên ku roja Sêşemê 18ê Mijdara 2025an li Hewlêrê hatin
lidarxistin de, rewşa Îraqê piştî hilbijartinên parlemanî hate gotûbêjkirin,
Cîgirê Serokwezîr lidarxistina serkeftî ya hilbijartinan wekî
destkeftiyek mezin ji bo gelê Îraqê bi nav kir û hêvî kir ku encamên
hilbijartinan bibin sedema avakirina hikûmetek ku daxwazên welatiyên Îraqê
bicîh bîne û mafên hemû pêkhateyan biparêze.
Talebanî tekez kir ku divê pêşîniya her du hikûmetên bê çareserkirina
pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de be, li gorî
destûrê, wî got ku çareserkirina pirsgirêkan dê deriyê Îraqek aramtir veke û
ber bi pêşkeftina aborî û xizmetguzariyên çêtir ve biçe.
Derbarê çawaniya beşdarbûna partiyên Kurdî di hikûmeta bê ya Îraqê de,
Cîgirê Serokwezîr pêwîst dît ku partiyên Kurdî bi riya diyalogeke avaker li ser
bernameyê, û li ser hevbeş li hev bikin û bi yekîtîyê bi partîyên Îraqî
re danûstandinan bikin daku mafên destûrî yên gelê Kurd baştir biparêzin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

