Civata Asayîşê pîlana aştiyê ya Amerîka ji bo Xeze pesend kir
Cîhan 10:24 AM - 2025-11-18
Reuters
Civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî
Balyozê
Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî Michael Waltz û balyozên din di civîna Civata Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî de, ji bo nirxandina pêşniyara Amerîka ya ji bo mandata NY
ji bo avakirina aramiya navneteweyî ji bo dengê erênî didin biryarnameyekê.
Civata
Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî du roja Duşemê pêşniyarek ji aliyê Amerîka ve
hatibû amadekirin, pesend kir ku pîlana Serokê Amerîka Donald Trump ya ji bo
bidawîkirina şerê li Xeze û destûrdayîna hêzek e aramî ya navneteweyî ji bo vê
navçeyê pesend kir.
Îsraîl û Hemas meha borî li ser qonaxa yekem ya pîlana 20 xalî ya Serok Trump
li hev kirin, ku agirbest û rêkeftineke berdana rehîneyan li xwe digire, Pêşniyara
NY ji bo rewakirina desteyeke rêveberiya veguhêz ji bo Xeze û piştrastkirina
dewletên ku beşdarbûna leşkeran hiriz dikin, wekî girîng tê dîtin.
Nivîs rê dide welatên endam ku beşdarî Komisyona Aştiyê ya bi serokatiya Trump
bibin, ku wekî desthilateke veguhêz ya ku çavdêriya ji nûve avakirin û vejandina
aborî ya Xezeyê dike tê dîtin, her wiha destûrê dide hêzeke aramiyê ya
navneteweyî ku bi bê çekkirina Xezeyê, di nav de bê bandorkirina çekan û
hilweşandina binesaziya leşkerî hatiye erkdarkirin.
Tevgera Hemasê di daxuyaniyekê de dubare kir ku ewê çekan nede, û kiryarên xwe
wekî berxwedana rewa bi nav kirm her weha pêşniyara biryarê red kir, û dibêje:
Ew mekanîzmayeke wesayetê ya navneteweyî li ser Xezeyê ferz dike.
Balyozê Amerîka Mike Waltz ji Konseyê re got: Biryarname riyeke gengaz ji bo
xweseriya Filistînê destnîşan dike û got: Armanca wê hilweşandina kontrola
Hamasê û alîkariya Xazeyê dike ku serkeftî û ewle derkeve.
Rûsya û Çîn bê alî man, û rê dan ku biryarname derbas bibe, herduyan jî rola
sînorkirî ya ku ji NY re hatiye dayîn rexne kirin.
Balyozê
Rûsya Vasily Nebenzya ragihand ku civatê bi bandor destpêşxeriyek e Amerîkî li
ser bingeha sozên Washingtonê pesend kiriye.
Desthilata Filistînê pêşwazî li biryarnameyê kir û amadebûna xwe ji bo
beşdarbûna di pêkanîna wê de nîşan daku helwestek ku dîplomatan gotin ji bo
dûrketina ji vetoya Rûsya girîng e.
Serok Trump di postek medyaya civakî de dengdan wekî "gaveke bi rêjeyek
rastîn a dîrokî" bi nav kir.
Biryarname li Îsraîlê gotûbêjek derxist holê ji ber ku ew behsa dewletek
Filistînî ya pêşerojê ya bi hêz dike û ew dibêje ku gava Desthilata Filistînê çaksaziyan
pêk bîne û ji nûve avakirina Xezeyê pêş bikeve, "dibe ku merc di dawiyê de
ji bo riyek e pêbawer ya xweseriya Filistînê û dewletbûnê peyda bibin.
Her weha aşkere kiriye ku, Amerîka dê diyalogê di navbera Îsraîlî û
Filistîniyan de hêsan bike daku bigihîje "asoyek e siyasî" ji bo
hevjiyana aştiyane.
Serokwezîr Benjamin Netanyahu, di bin fişarên endamên rastgir yên hikûmeta xwe
de, got: Îsraîl hîna jî li dijî dewletek ya Filistînî ye û soz da ku dê Xezeyê bi
riya hêsan yan jî bi riya dijwar bê çek bike.
Çavkanî: Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

