Maduro ji bo Trump : Belê ji bo Aştiyê
Cîhan 10:18 AM - 2025-11-15
euro News
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro
Dema ku rojnamevanekî CNNê ji Serokê Venezuelayê Nicolas
Maduro di mîtîngekê de li Caracasê ji wî pirsî gelo peyamek wî ji bo Trump
heye, wî bi îngilîzî got: Erê ji bo aştiyê, erê ji bo aştiyê.
Maduro bang li gelê Amerîka kir ku ji bo aştiyê rawestin û
got: Êdî şerên bê dawî bes in,êdî şerên sitemkariyê bes in, êdî Lîbya bes e, êdî
Afganistan bes e.
Wezîrê Parastinê yê Amerîka Pete Hegseth, ku vê dawiyê dest
bi gotina Wezîrê Şer kiriye, roja Pêncşemê destpêkirina Operasyona Rima Başûr
ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişber li herêmê ragihand.
Di hefteyên dawî de, hêzên Amerîkî li herêmê nêzîkî 20 belemên
ku guman tê kirin qaçaxçîtiya madeyên hişber dikin noq kirine û nêzîkî 80 kes
kuştine.
Ji ber hebûna mezin ya leşkerên Amerîkî li peravên Venezuela,
guman derketin holê ka gelo hikûmeta Amerîkî li Caracas guhertina rejîmê
dixwaze yan na.
Di bersivê de,hikûmeta Moskow, hevpeymanek nêzîk ya Caracas,
ji rêveberiya Trump xwest ku di bin navê têkoşîna li dijî madeyên hişber de,
destwerdana karûbarên navxweyî yên dewletên serwer neke.
Ajansa nûçeyan a Rûsî (TASS) ji zarê berdevka Wezareta Derve
ya Rûsya Maria Zakharova ragihand ku rewş her ku diçe xirabtir dibe ji ber ku
rayedarên Amerîkî çi belge pêşkêş ne kirine ku keştî û ekîbên armancgirî bi
bazirganiya madeyên hişber ya ne yasayî ve girê bide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

