Silêmanî di dengdana taybet de di beşdariya dengdêran de li parêzgehên Îraqê pêşeng e
Kurdistan 02:36 PM - 2025-11-09
PUKMEDIA
Proseya dengdana taybet li Silêmaniyê
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Îraqê raporta
xwe ya navîn ya li ser dengdana taybet ya Hilbijartina Civata Nûneran ya Îraqê weşand,
ku roja Yekşemê, 9ê Mijdara 2025an, demjimêr 7:00ê danê sibê dest pê kir û heya
demjimêr 6:00ê êvarê berdewam kir.
Li gorî raportê, rêjeya beşdariya dengdêran di nav hêzên
ewlehiyê de gihîştiye %60, lê rêjeya beşdariyê di nav kesên koçber yên navxweyî
de gihîştiye %38.
Raporta navîn eşkere kir ku Parêzgeha Silêmaniyê di warê
hejmara beşdarên ji dezgehên ewlehiyê di dengdana taybet de di nav parêzgehên
herêmê û Îraqê de di rêza yekem de ye.
Parêzgeha Silêmanî bi rêjeya %78 di rêza yekem ya
parêzgehên Îraqê de bû, û piştre Parêzgehên Hewlêr û Duhokê bi %77 û %76 tên û piştre
Parêzgeha Diyale bi rêjeya %69 di rêza çaremîn de bûn û piştre Neynewa bi %68 û
Kerkûk bi %61, di heman demê de rêjeya dengdanê li Bexdayê gihîştiye %48.
Navendên dengdana taybet beşdarbûnek bilind nîşan dan û
pêvajo bi rêkûpêk û bêyî pirsgirêkên girîng berdewam kir,encamên dengdana
taybet dê bi hevdemî bi encamên hilbijartinên giştî re werin ragihandin ango,
encam bi awayekî kesî nayên ragihandin, lê encam dê bi hevre bên ragihandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

