Bi piştgiriya YNKê Silêmanî di perwerdehiya bilind de li Îraqê yekem e
Kurdistan 01:47 PM - 2025-10-18
PUKMEDIA
Zanîngeha Silêmanî û Logoya YNKê
YNK, wekî yek ji partiyên sereke yên Kurdistanê, di
pêşxistina kertên perwerde û perwerdehiya bilind de roleke girîng lîstiye û bi
saya hewldanên mamoste, karmend û xwendekaran kariye Zanîngeha Silêmanî bike
yekem Îi Iraqê, ew yek ji zanîngehên herî bilind yên cîhanê ye, ku bê guman
rêza bilind ya zanîngehê ye bi piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
Zanîngeha ku ji hêla Serok Mam Celal ve hatiye vekirin, niha ya yekemê Îraqê ye
D. Hêriş Resûl,
namzedê jimare 5 di lîsta 222 ya navçeya Silêmaniyê ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) de, ji PUKMEDIA re ragihand ku ji dema damezrandina xwe ve,
YNK girîngiyek mezin daye kerta xwendina bilind û zanîngeha ku di sala 1992an
de bi hewldanên Serok Mam Celal ve hatiye vekirin, îro ya yekem li Îraqê ye, ku
vê rastiyê nîşan dide ku YNK piştgiriyê dide van kertan.
Her weha amaje bi
wê yekê kir ku îro, YNK ya nû bi serokatiya Bafil Celal Talebanî piştgiriyek
berdewam ya kerta perwerde û xwendina bilind e û di demên berê de di pratîkê de
îspat kiriye ku guhdana xwendekaran û nûjenkirina beşên navxweyî û dabînkirina
pêdiviyên perwerdehîyê ji bo van her du kertan.
Bi piştgiriya YNKê, Silêmanî li Îraqê yekem e
ynkê her tim
piştgirî daye hemû sektorên perwerdeyê û pêşketina ku navendên perwerdehiyê li
Silêmaniyê bi dest xistine encama vê piştgiriyê ye.
Namzeda jimare 12 a navçeya Silêmaniyê, lîsteya 222 a
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Nermîn Merûf ji PUKMEDIA re wiha ragihand
ku bê guman, ji ber ku parêzgeha Silêmaniyê di piraniya waran de li Îraqê di
rêza yekem de ye, Silêmanî di xwendina bilind de jî di rêza yekem de ye û ev
pileya bilind bêyî piştgiriya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ne dihat
bidestxistin, ji ber ku her kes dizane ku Herêma Kurdistanê di qeyranek e
darayî ya dijwar re derbas dibe.
Her weha behsa wê yekê jî kir ku,ji bilî nûjenkirina kampa
kevin û nû yên Zanîngeha Silêmaniyê, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)
çend xwendingeh li Silêmanî, Helebçe, Hewler û her du rêveberiyên serbixwe yên
Raperîn û Germiyanê nûjen û ava kirine,
ev yek carek e din nîşan dide ku YNKê
piştgirekî berdewam ê kertên perwerde û xwendina bilind e.
Di daxuyaniya xwe ya taybet de, Dr. Nermîn Merûf ji PUKMEDIA
re got ku hejmareke mezin ji xwendekaran ji bo perwerde û rahênanê hatine
şandin derveyî welêt piştî hewldanên berdewam ên Hikûmeta Îraqê, naskirina
zanîngehên Çermo û Raperin bû qonaxek girîng ji bo pêşveçûna bêtir a xwendina
bilind.
YNKê di navbera Zanîngeha Silêmaniyê û zanîngehên navneteweyî de peywendî danaye
YNKê bi çend awayan beşdarî pêşxistina xwendina bilind û
Zanîngeha Silêmaniyê bûye:
Yekem, piştgiriya darayî û jêrxana aborî:
Di dema desthelatdariya
xwe ya li parêzgeha Silêmaniyê de, YNKê rasterast û ne rasterast piştgirî daye
avakirin û pêşxistina binesaziya zanîngehê.
Duyemîn: Handana
Liqên zanistî:
Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK) hewl da ku liqên xwe yên zanistî li Zanîngeha Silêmanî û
zanîngehên din yên li herêmên Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê, bi
taybetî di warên zanistên xwezayî, endezyariyê, bijîşkî û zanistên mirovî de
berfireh bike,vekirina zanîngeh û beşên nû beşek ji vê siyasetê bû.
Sêyem: Girêdana peywendiyên navneteweyî:
YNKê hewl daye ku di navbera zanîngehên Hikûmeta Herêma
Kurdistanê û zanîngehên li derveyî welat, bi taybetî li Ewropa, Dewletên
Yekbûyî û Rojhilata Navîn de peywendiyan ava bike,eEv yek bûye sedema
veguhestina zanîn û ezmûnên nû.
Çaremîn: Piştgiriya mamoste û lêkolîneran:
Bi riya peydakirina derfetên xwendina bilind li derveyî
welêt, beşdarbûna di konferans û komxebatên zanistî de û piştgirîkirina
lêkolînên zanistî, Yekîtî beşdarî baştirkirina asta akademîk ya mamosteyan dibe
ku kiriye.
Rola YNKê di pêşxistina perwerdeyê de:
YNKê di çend astan de ji bo pêşxistina perwerdeyê kar kiriye:
Asta Siyasî:
Bi riya endamên xwe yên li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, YNKê
beşdarî danîna siyasetên perwerdehiyê û veqetandina budceya zêdetir ji bo
perwerde û xwendina bilind bûye.
Asta pêkanînê:
Bi riya endam û alîgirên xwe di saziyên îdarî yên kertên perwerde û xwendina
bilind de, YNKê ji bo baştirkirina kalîteya perwerdeyê kar kiriye.
Asta civakî:
YNKê hewl daye ku hişyariya civakî li ser girîngiya
perwerdeyê, bi taybetî ji bo keçan û beşên qels yên civakê, bilind bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

