Hêza Te ne li Bexdayê tê çi wate ye?
Kurdistan 03:26 PM - 2025-10-11
PUKMEDIA
Em Hêza Te ne li Bexdayê
Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
her tim li sengerê bû daku mafên destûrî yên gelê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi dest bixe û bi kirdarî jî selmandiye ku,dirûşma vê carê ya ji bo hilbijartina Civata Nûnerîn Îraqê a pêşerojê, ku ew bi lîsta
jimare 222 beşdarî wan bûye,(Hêza Te ne li Bexdayê), Em li Bexdayê ji bo aştî û serfiraziyê û parastina mafên
darayî yên gelê Kurdistanê li gorî destûrê hêza we ne ku ev yek di demên berê
de selimandiye û tekez kiriye ku pirsgirêkên neteweya me li Bexdayê tenê ji
hêla Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve têne çareser kirin.
Serok Bafil: Peywendiyên me yên baş bi hemû aliyan re hene
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi kampanyaya xwe ya hilbijartinê ji bo rûniştina şeşemîn ya Parlemana Îraqê di 6ê Cotmeha 2025an de bi dirûşmeya "Em hêza we ne li Bexdayê" dest pê kir, Wî li Bexdayê siyaset û bernameya çar salên bê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) şîrove kir.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di peyama xwe ya destpêkê de got ku bernameya YNKê li Bexdayê ne tenê mûçe ye, lê belê siyaseteke navneteweyî ye û ew jiyana hevbeş e û ji bo yekîtîya tevahiya mala Îraqê têdikoşe her weha rêzê li destûrê digire û hewl dide ku wê bicîh bîne, ji ber vê yekê pirsgirêkên Îraqê tenê ji hêla YNK ve dikarin werin çareser kirin ku YNKê dixwaze bibe navenda biryardanê di navbera gelên herêmê û Îraqê de û got: Peywendiyên me bi hemû aliyan re baş in.
"Amaj bi wê yekê kir ku ev ye ne tiştekî ji xwe ye ku her kesê ku pirsgirêkek wî hebe rasterast li deriyê YNKê dixe. Her kes dizane ku tenê YNK dikare pirsgirêkan çareser bike, ji ber vê yekê, her ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê bihêztir bibe, jiyana xelkê wê ewqas baştir bibe, armanca me xizmetkirina xelkê ye ji bo vê armancê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo çar salên bê bernameyeke berfireh heye.
Bernameyeke berfireh a YNKê heye
Berzan Mihemed, namzedê jimare 3 li lîsta YNKê li parêzgeha Silêmaniyê, ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIAyê re got: Ji bo vê Gera Parlemana Îraqê, ku armanc dike bibe hêza gel li Bexdayê, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hejmarek ji namzedên bihêz û pispor di hemû waran de destnîşan kiriye.
"Her weha got:Em ê di warên aştî, refah û baştirkirina jiyana xelkê de li Bexdayê hêza gel bin, û em ê li gorî destûrê ji bo bidestxistina armancên xwe şer bikin;her wiha bernameyeke berfireh a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê ji Bexdayê heye û eger em biçin Bexdayê, em çê ajandaya wê bicîh bînin.
Çareseriya pirsgirêkan tenê bi YNKê tê kirin
Nasih Cabir Elî, namzedê jimare 3 yê lîsta YNKê li parêzgeha Kerkûkê, ji PUKMEDIA malpera fermî ya YNKê re got:Di demên borî de, YNKê selimandiye ku pirsgirêkên Kurdan li Bexdayê tenê bi xwe dikarin werin çareserkirin û bûye hêza çareserkirina pirsgirêkên li Bexdayê bi taybetî li deverên veqetandî hene.
Her weha got: YNKê dê peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi rêya Serok Bafil bikar bîne daku xizmeta gelê Kurd bike û ji vê perspektîfê em dikarin bibêjin ku em hêza gel li Bexdayê ne, ji ber ku ev ji her kesî re eşkere ye û tekez kir ku pirsgirêk tenê ji hêla YNK ve dikarin werin çareser kirin.
YNKê hêza deverên veqetandiye li Bexdayê ye.
Di heman demê de, Sîrwan Cebar Xizir, namzedê jimare 7 li lîsta YNKê li parêzgeha Diyala, ji malpera fermî ya PUK PUKMEDIA re got:Hêza Te ne li Bexdayê, dirûşmeya sereke ya bangeşeya YNKê ji bo Hilbijartina Gera Şeşemîn yên parlemanê, tê vê wateyê ku çiqas YNKê li Bexdayê xurttir be, ewqas Kurd dê ji mafên xwe yên destûrî sûd werbigirin.
Her weha aşkere kir ku berevajî parêzgehên Herêma Kurdistanê, em li deverên veqetandî hewceyê hêzek bihêz in,ji ber vê yekê, xelkê herêmê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wekî yekane hêza bihêz li Bexdayê dibînin ji ber vê yekê, îro baweriya hilbijêrên me bi YNK dê bibe duyemîn hêza li herêmê li Bexdayê.
Di demên borî de, bi taybetî di çar salên pêncemîn gera parlemana Îraqê de, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) selimandiye ku ew yekane parêzvanê mafên gel e û ji bow ê mebestê jî Bafil Celal Talebanî Serokê YNK serdana Bexdadî kiriye û digel hemû partîyên sîyasî û berpirsên payebilind yên Îraqê civiyaye û daxwaza maf û mafên darayî yên Kurdan kiriye û peymana ji bo hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ya meha borî mînaka herî baş ya hewldanên berdewam ên YNK û Serok Bafil e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

