Serokkomar: Mam Celal li dijî dîktatorî û zilmê xebat kir
Kurdistan 05:58 PM - 2025-10-03
Ragihandina Serokatiya Komarê
Merasîma bîranîna Serokatiyê ji bo 8emîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal
Serokatiya Îraqê,
di bin serokatiya Serok Ebduletîf Cemal Reşîd de,îro roja Înê 3ê Cotmeha 2025an
de, ji bo salvegera heştemîn ya koça dawî ya Serok Mam Celal, merasîmek
bîranînê li darxist û rêz li beşdariyên wî yên neteweyî û mîrata wî ya siyasî
ya mayînde girt.
Şêwirmendên serokatiyê, rêvebirên giştî û endamên karmendan beşdarî merasîmê
bûn.
Di merasîmê de daxuyaniyek ji Serokatiya Îraqê hat xwendin û wiha hat gotin: Em
îro di vê merasîma bîranînê de kom bûne daku kesayetiyek mezin ya neteweyî,
rêberê bi nav û deng Mam Celal, ku di rêwîtiyek û têkoşîna gelê me ya ji bo
azadî û rûmetê de şopek bêhempa hişt, rêz bigirin.
Daxuyanî wiha domand: Her çend ew heşt sal berê koça dawî kir jî, mîrate û
serokatiya wî hîn jî îlhamê dide nifşan, girîngiya fedakariyê ji bo îdealên
herî bilind yên neteweyî bi bîr tîne. Bîranîna Mam Celal ne tenê kêliyek di
dîrokê de ye; ew bangek mayînde ye ji bo çalakiyê ji bo Îraqek yekgirtî, azad,
serbixwe û demokratîk.
Herwiha, di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Mam Celal jiyana xwe ji bo şerê li
dijî dîktatorî û zordariyê terxan kir, ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû
civakên Îraqê: Kurd, Ereb, Turkmen, Xiristiyan, Êzîdî û Mendayî, ji bo
misogerkirina azadî û rûmetê hewl da ku nêrîna wî Îraqeke federal bû ku hemû
welatî tê de bi wekhevî bijîn.ev tişt bi bedelên mezin pêk hat, û
berpirsiyariya me ye ku em vê mîsyona bilind biparêzin û pêşve bibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: Ji ber van sedeman e ku wî hezkirin û rêzgirtina
hemûyan bi dest xist. Wekî ku desthilatdariya olî ya bilind wî bi nav kir, ew Semam
El Eman ya Îraqê' bû, ku dixwest neteweyê yek bike û roleke girîng di
çareserkirina krîzên ku welêt dorpêç kirine de bilîze.
Îro, dema ku em ji bo rêzgirtina vî rêberê mezin radiwestin, em pabendbûna xwe
ji nû ve piştrast dikin ku em şopa wî bişopînin, ala neteweyê hilgirin û nirxên
ku wî di tevahiya jiyana xwe de temsîl kirine biparêzin. Em bawer dikin ku
aramî û azadî tenê bi yekîtiya neteweyî û hewldana hevbeş dikare were
bidestxistin. Werin em prensîbên wî yên hêja bi bîr bînin û soza xwe nû bikin
ku rêwîtiya neteweyî, bi rêberiya wefadarî û fedakariya welatê xwe yê delal
bidomînin," daxuyaniyê bi dawî bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

