Navê Firokxaneya Silêmaniyê dibe Firokxaneya Celal Talebanî
Kurdistan 04:59 PM - 2025-09-30
PUKMEDIA
Firokxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê
Li ser daxwaza Dezgeha Serok Celal Talebanî (PJTF), Serokê
Dezgehê jî dibêje:Piştî zêdetirî çar salan, hewlên me gihîştin armanca xwe û
Serok Mam Celal, mîna serokên welatên din, ji bo têkoşîna xwe hêjayî rêzgirtinê
ye.
Serokê Dezgeha Serok Celal Talebanî, Balyoz Dr. Mihemed Sabîr ji
PUKMEDIA re got: Li ser daxwaza dezgeha me, Serokwezîrên Şraqê razî bûye ku
navê Firokxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê bikin Firokxaneya Navneteweyî
ya Celal Talebanî.
Wî got ku biryar ji Desteya Esmanî ya Sivîl û hemû aliyên peywendîdar û Firokxaneyan li Îraqê re hatiye şandin û tenê çend rêkarên yasayî mane, lê biryar ji bo
guhertina navî hatiye dayîn.
Serokê Dezgeha Serok Celal Talebanî got: Piştî temamkirina rêkaran bi
merasîmek hêjayî, navê Firokxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê dê bibe Firokxaneya Navneteweyî ya Celal Talebanî.
Wî her wiha got: Ev pêngava me xizmetek piçûk e ji bo têkoşîn û
hewildanên Serok Mam Celal ji bo gelê Kurd û gelên Îraqê ye ji bo zindî hîştina
navê wî, mîna hemû serokên din yên ku navê serokên xwe li Firokxaneya danîne.
Kevirê bingehîn ê Firokxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê roja 29ê
Mijdara 2003an de hate danîn û roja 20ê Tîrmeh ya sala 2005an ji aliyê
Serokkomarê Îraqê Mam Celal ve hate vekirin û piştre Firokxane bi hemî
sîstem û planên Firokxanên navneteweyî, ku ji çend beşan pêk tê, dest bi
karên xwe kir.
Dezgeha Serok Celal Talebanî rêxistinek e serbixwe, bê qezenc, çandî,
mirovî û neteweyî ya nehikûmî ye ku ji bo danasîn, parastin û arşîvkirina jiyan
û têkoşîna Serok Mam Celal Talebanî kar dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

