Trump :Di demek e nêzîk de digel Serokê Rûsya dicivim

Cîhan 10:47 AM - 2025-08-07
Donald Trump û Vladîmîr Pûtîn Ajans

Donald Trump û Vladîmîr Pûtîn

Serokê Amerîka ragihand ku ew ê di demek e nêzîk de bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

Serokê Amerîka Donald Trump di civîna li Koşka Spî de derbarê pêvajoya Rûsya-Ukrayna nirxandinek berferh kir, û tekez kir ku ew dixwaze şerê navbera Rûsya û Ukarnya di zûtirîn dem de bi dawî bibe.

Trump, destnîşan kir ku hevdîtinên li bajarê Moskow gelekî berhemdar bûn û hewlên di vî warî de dê berdewam bin,û derbarê pirsek ya cli ser egera encamdana hevdîtinekê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re di demek nêzîk de got: Egerek gelekî mezin heye ku hevdîtin çêbibe, lê me hîna biryar nedaye ku ew hevdîtin li ku derê be, rê dirêj e, lê egerek baş heye ku hevdîtin di demeke zû were encamdan .

Raportên medyaya Amerîkî, ku çavkaniyên navên wan ne hatine eşkerekirin, dibêjin: Trump di peywendiyek e telefonî de bi serkirdeyên Ewropî re gotiye: Em plan dikin ku hefteya bê bi Putin re rû bi rû bicive.

Li gorî wan raportan, Trump piştî civîna xwe ya bi Putin re, civîneke sê alî bi Putin û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky re pilan kiriye, lê serokên Ewropî di civînê de cih nagirin.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt rojek berê gotibû ku aliyê Rûsî dixwaze bi Trump re hevdîtin bikin û Trump ji bo hevdîtina hem bi Putin û hem jî bi Zelensky re vekirî ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket