Kurtulmuş: Çarenivîsa Kurd û Turk li Turkiye yek e
Kurdistan 02:04 PM - 2025-08-05
Ajans
Numan Kurtulmuş Serkê Parlemanê Turkiye
Serokê Parlemana Turkiye di civîna Komisyona bo piştgiriya
Pêvajoya Aştiyê de got: Ev pêvajoya
Aştiyê pirsek e man û nemanê ye ku pêşeroja hevpar ya welatiyên ji hemû beşên
jiyanê, hem ji bo Turk û hem jî ji bo Kurd jiyanî ye.
Îro Yekemîn civîna komîsyona ji bo pişgtiriya Pêvajoya
Aştiyê li Turkiye demjimêr 11:00an li Hola Merasîmê ya Civata Mezin ya Neteweyî
ya Turkiyê (TBMM), bi axaftina vekirinê ya Serokê Parlemana wî welatî Numan
Kurtulmuş dest pê kir û têde ragihand ku çarenivîsa Kurd û Turkan li Turkiye
yek e û tekez kir ku, ewê ji bo bihêzkirina biratiya di navbera hemû pêkhateyên
Turkiye de kar bikin.
Kurtulmuş got: Zimanekî ku rûmeta Kurdan ne parêze û
gotarekî ku serbilindiya Turkan paşguh bixe, ev nêzîkatî dê bibin sedema
şikestinên nû û ne aştiyê li vî welatî.
Kurtulmuş balkişand li ser derbasbûna qonaxeke nû û dadiyarkirin
ku li Turkiye çarenivîsa Kurd û Turkan yek e û dazanîn ku careke din gelên Turkiyê
li hev du guhdarî dikin û tekez kir ku ewê li parlemanê giyanê biratiyê ava
bikin û wê yekê mezin bikin.
Serokê Parlemana Turkiye tekez kir ku çekdanîna Gerîlayên
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne di encama bazariyekê de bûye û parleman dê
van babetan gotûbêj bike.
Kurtulmuş got: Bê guman fikara me ya sereke li vir ne
nivîsandina destûrekê ye, pêkanîna çaksaziyên yasayî, an çareserkirina hemû
pirsgirêkan di carekê de ye, ew ji bo bîranîna me ye ku parleman, ji bilî ku
dengê gel e, di heman demê de hilgirê aştiya civakî, gerantîkarê biratiyê û
navnîşana rewa ya çareseriyan e.
Serokê Parlemana Turkiye aşkjere kir ku bi bêyî fêmkirina
Selahedîn û Nûredîn Zengî, em nikarin xwezaya rastîn ya van axan têbigihin û bi
bêyî fêmkirina bingeha kirinên Alp Arslan û Kiliçarslan, em nikarin wateya meşa
bi hevre fêm bikin, ew kes hemû di serdemên xwe de kesayetên mezin bûn, pêşeng
û sembolên dadwerî, birayetî, hevgirtin, hevaltî, parvekirina şahî û xemgîniyê
ye.
Kurtulmuş di dawiya xaxaftina xwe de derbarê avabûna
komîsyonê de aşkere kir ku ewê destûrek e nû amade nekin, lê emê bingeha
wekhevî û biratiyê deynin û her pêngavek e komîsyonê jî bi awayekî zelal dê bê
avêtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

