1.ehemîn civîna komîsyonê ji bo piştgiriya Pêvajoya Aştiyê birêve diçe

Kurdistan 10:48 AM - 2025-08-05
Parlemana Turkiye Ajans

Parlemana Turkiye

Yekemîn civîna komîsyona ji bo pişgtiriya Pêvajoya Aştiyê li Turkiye îro demjimêr 11:00an li Hola Merasîmê ya Civata Mezin ya Neteweyî ya Turkiyê (TBMM), bi serokatiya Serokê Parlemana wî welatî Numan Kurtulmuş bi rêve diçe.

Piştî ku grûpek ji 30 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku 15 ji wan xort û 15 jî keç bûn li deverek ya parêzgeha Silêmaniyê li ser daxwaza rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Ebdulah Ocalan PKKê, çekên xwe şewitandin, qonaxek e nû ya xebata siyasî û aştiyan e dest pê kir.

Piştî axaftina vekirina ya di civîna komisyon ya îroji aliyê Numan Kurtulmuş ve, nûnerên partiyên siyasî dê nêrîn û nirxandinên xwe bi komîsyonê re parve bikin, û di civînê de wê rêgez, rêgez û prensîbên karên komîsyonê jî bên diyarkirin, ku ev civîna dorveger heya heyva Cotmehê dê berdewam bin.

*Ev yek di demekê de ye ku nûnerên van partiyên li xwarê beşdarî civîna îro ya komisyonê dibin.

- Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî).

- Partiya Gel ya Komarî (CHP).

-Partiya Netewperest ya Turkiye (MHP).

-Partiya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) ku endamên wê yên komsyonê ji Cîgira Serokê Komê û Parlamentera Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera Erzrûmê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Antalya Hakki Saruhan Oluç û Parlamenterê Îstanbulê Cengîz Çîçek pêk tên.

-Partiya Riya Nû.

-Partiya Karkerên Turkiye.

-Partiya Ked (EMEP).

-Partiya Refah.

-Partiya Çep ya Sosyalîst (DSP).

-Partiya Doza Azad (HUDA Par).

-Partiya Demokrat.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket