Numan Kurtulmuş ji bo komîsyonê spasiya serokên partiyan dike
Kurdistan 10:01 AM - 2025-08-02
BBC Turkî
Parlemena Turkiye
Komîsyona ku li Parlemana Turkiye ji bo piştgiriya pêvajoya Aştiyê
hatiye damezrandin, dê roja Sêşemê, 5ê Tebaxê, civîna xwe ya yekem saz bike, Serokê Parlemana Turkiye Numan
Kurtulmuş berî civînê bi serokên partiyan re telefon kir daku ji bo piştgiriya
wan spasiya wan bike.
Piştî ku endamên Komîsyona ji bo piştgiriya Pêvajoya çareseriyê hatin destnîşankirin, roja sazkirina civîna li parlemanê jî hat e destnîşankirin.
Serokê Civata
Mezin ya Turkiye (TBMM) Numan Kurtulmuş endamên komisyonê vexwend civînekê ku roja Sêşemê 5ê Tebaxa 2025an demjimêr 11:00an dê li Hola Merasîmên Civata Mezin
ya Turkiye were sazkirin.
Tevî ku Partiya
Îyî ku endamên xwe ji bo komisyonê destnîşan ne kiriye jî, lê civîna komisyonê bi serokatiya Numan
Kurtulmuş bi beşdariya 48 endaman dê bê sazkirin.
Komisyon di
civîna xwe ya yekem de dê rêbaz û prensîbên xebata xwe diyar bike, navê xwe zelal
bike û bi piraniya dengan biryaran bide, lê civîn li pişt deriyên girtî bi bê rumalkirina civînê ji aliyê rojnamevan û kenalên ragihandinê ve dê bê sazkirin û civînên komisyonê ji niha û pêve heya heyva Cotmeh ya bê dê berdewam bibin.
Serokê Civata
Mezin ya Turkiyê, Numan Kurtulmuş, ji bo endaman ku di komîsyona li Civata
Mezin ya Turkiyê de bi armanca Turkiye ya Aram" hatiye damezrandin, spasiya
xwe pêşkêşî Serokkomar û Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), Recep Teyîp Erdogan
kir, her weha bi riya telefonê jî spasiya Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP), Ozgur Ozel, Hevserokê
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Tuncer Bakirhan, Serokê
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Devlet Bahçeli û Serokê Koma Partiya Riya
Nû, Bulent Kaya kir.
Tê pêşbînî kirin ku komisyon dê biryara xwe bi piraniya
dengan bide, lê ew ê pêşnûmeyasayekê pêşkêşî parlemanê neke,li şûna wê ew ê ji
bo qonaxa pêş raman û çareseriyan pêşkêş bike, li gorî hêvî û daxwazên berpirsên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) :Divê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)
ji lîsta terorê bê derxistin, daku siza siviktir bibin û pêşî li dûrxistina
şaredaran ji karên wan yln bajêrvaniyê bê girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil deng da
YNK 07:07 AM - 2025-11-11






Aplîkêşin

