Qubad Talebanî: Divê Pêşmerge û hêzên din rêgir bin li livên DAIŞê

Kurdistan 05:41 PM - 2025-07-31
Civîna Qubad Talebanî bi fermandarê Hêzên Hevpeymana Navneteweyî re Ragihandina Qubad Talebanî

Civîna Qubad Talebanî bi fermandarê Hêzên Hevpeymana Navneteweyî re

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li General Kevin Lambert, fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymana Navneteweyî li Îraq û Sûriyê kir; û her du alî li ser peywendiyên di navbera hêzên hevpeymaniyê û Pêşmerge, rewşa li Sûriyê û çend mijarên din axivîn.

Di civîna ku roja Pêncşemê 31ê Tîrmeha 2025an bi amadebûna Stephen Bittner, Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê pêk hat de, Qubad Talebanî ji bo hevkarî û hemahengî wî bi hêzên Pêşmerge re spasiya General Kevin Lehi, fermandarê berê yê Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraq û Sûriyê kir û ji fermandarê nû re di erkê wî de serkeftin xwest.

Herdu aliyan li hev kirin ku DAIŞ hîna jî wek gefek e mezin e û şaneyên wê yên razayî carek e din hewl didin ku bê aramî û valatiya ewlehiyê ya li herêmê wekî derfetekê ji bo ji nû ve rêxistinbûnê bikar bînin.

Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirin û xurtkirina asta hevkarî û hemahengiyê di navbera hêzên hevpeyman, Pêşmerge û hêzên Îraqê de kirin; daku pêşî li her tevgerek e DAIŞê û grûpên terorîstî li herêmê bigirin.

Di tewerek e din ya civînê de rewşa Sûriyê hat e gotûbêjkirin, û hate tekez kirin ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din werin parastin û di siyaset û rêveberiya Sûriyeya nû de roleke wan a guncaw hebe.
 
Derbarê êrîşên bi Dronan bo ser jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê de,hate destnîşankirin ku êrîş gefê li ser ewlehî û aramiya Îraqê dirust dike; û bi pêwîst hat e dîtin ku tawanbar werin sizakirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federal bi hevre rêkarên guncaw bigirin; daku pêşî li berdewamiya van êrîşan bigirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket