Îro aliyên Îsraîlî û Sûrî li Azerbaycanê çend pirsên girîng gotûbêj dikin

Cîhan 10:11 AM - 2025-07-31
Esed El Şeybanî û Ron Dermer Ajans

Esed El Şeybanî û Ron Dermer

Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Esed El Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk yê Îsraîlê Ron Dermer îro Pêncşem rêkefta (31-07-2025) an li bajarê Baku paytexta Azerbaycanê, dê bicivin û rewşa ewlehiyê li başûrê Sûriyê û çend pirsên din gotûbêj bikin.

Ev civîn berdewamiya civînên berê ne ku yên herî dawî roja 12ê Tîrmehê li bajarê Baku,di çarçoveya serdana Ehmed El Şereh ya ji bo Azerbaycanê de û  civîna hefteya borî li bajarê Parîs paytexta Fransa jî di bin çavdêriya Amerîka de hatibû lidarxistin e.

Ev civîna ku li bajarê Baku dê bê sazkirin, piştî serdanek e ji nişka ve ya El Şeybanî ji bo Moskow tê, û li gorî çavkaniyek e Rûsî jî,ev serdan bi peywendiyek e telefonî ya Serok Vladimir Putin bi Serokwezîrên Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ya destpêka vê hefteyê hatibû encamdana ve girêdayî ye.

Ev tevger nîşaneya zêdebûna çalakiyên dîplomatîk in, bi taybetî yên derbarê rewşa başûrê Sûriyê, di demekê de ku hewildanên ji bo kêmkirina asta aloziyan piştî binpêkirinên ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ve êrîşî ser parêzgeha Siweyda û gundewarê wê hatibûn kirin, berdewam in.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket