Erdhej û tsûnamiyekî bihêz Rûsya hejand
Cîhan 10:16 AM - 2025-07-30
Rûsya Îro
Dîmenê piştî erdhejê
Li Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû û pêlên yekem ên tsunamiyê gihiştin peravê.Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû.
Ji ber metirsiya tsunamiyê daxwaz ji xelkê hat kirin ku nêzîkî peravan nebin.Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, pêlên yekem ên tsunamiyê gihiştine peravên Kamçatka û Japonyayê.
Karkerên li Santrala Nukleer a Fukuşîmayê şandin malê.Li Amerîkayê jî bi taybetî ji bo peravên Hawaiiyê fermana valakirinê hat dayîn.
Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, erdhej li xaleke nêzîkî ser rûyê avê çêbûye.Pişt re yekser hişyariya tsunamiyê hatiye dayîn.
Sîstema Agahdariyê ya Tsunamiyê ya Amerîkayê ragihand ku piştî erdhejê bi 3 demjimêran eger heye li hinek peravên Rûsya û Japonyayê pêlên tsunamiyê yên metirsîdar çêbibin.
Piştî hişyariyê ji bo Giravên Guam û Mariana Bakur pergalên hişyariya şopandina tsunamiyê ketin kar.Piştî demeke kurt pêlên nêzîka 4 metreyan gehiştin Nîvgirava Kamçatkayê.
Parêzgarê Herêmê yê Rûsyayê ragihand ku gelek birîndar hene.Her wiha hatiye ragihandin ku pêşdibistanekê zerar dîtiye.
Li hêla din, bajarokê Severo-Kurilskê jî hat valakirin ku 2000 kes li dijîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil deng da
YNK 07:07 AM - 2025-11-11






Aplîkêşin

