Cîgirê serokê herêmê pêşwazî li şandek e leşkerî ya Îtalya kir

Kurdistan 03:54 PM - 2025-07-29
Şêx Cafer û Petro Saleri Nivîsgeha Ragihandina Şêx Cefer Şêx Mistefa

Şêx Cafer û Petro Saleri

Îro Sêşem rêkefta (29-07-2025) an Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa pêşwazî li fermandarê leşkerî yê nû yê Hêzên Taybet yên Îtalya, Kolonel Petro Saleri û fermandarê leşkerî yê Hêzên Taybet yên Îtalya li Herêma Kurdistanê, Kolonel Gianluca Frucci kir.

Di civînê de, Cîgirê Serokê herêmê pîrozbahî li Kolonel Petro Saleri kir ji bo destkarbûna wî di erkê xwe ya nû de , û pesna xebata Kolonel Gianluca Frucci da, ku di dema borî de wek fermandarê leşkerî yê Hêzên Taybet yên Îtalya rolek e girîng di pêşxistina şiyanên leşkerî yên Pêşmergeyan de lîstiye, her wiha bi girîngî behsa rola hêzên Îtalya di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de kir.

Ji aliyê xwe ve, fermandarê nû yê Hêzên Taybet yên Îtalya Petro Saleri, kêfxweşiya xwe ji bo erkê xwe ya nû li Herêma Kurdistanê anî ziman, û tekezî li girîngiya berdewamiya peywendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û pêşxistina perwerdekirina Hêzên Pêşmergeyan kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket