NY daxwaza vegerandina mafên Êzidiyan dike
Kurdistan 11:42 AM - 2025-07-29
Medyaya Neteweyên Yekbûyî
Claudio Cordone, Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Îraqê ji bo Karûbarên Siyasî
Claudio Cordone, Cîgirê Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî
yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkariya Hilbijartinê,
di merasîmekê de, bi boneya salvegera qirkirina Êzidiyan, gotarek e xemgîn
pêşkêş kir, û hevgirtina bêdawî ya NY bi qurbaniyan re ji nû ve piştrast kir û
daxwaza pêşketinên berbiçav di dadwetrî, qerebûkirin û vegera bi ewle ya Êzîdiyan
de kir.
Cordone di bîranînê de axivî û hevgirtina tevahî ya Neteweyên Yekbûyî bi hemî
qurbaniyên DAIŞ re anî ziman, û wê wekî "yek ji îdeolojiyên herî hov,
nezan û xirab di dîroka nûjen de bi nav kir.
Cordone bal kişand ser pirsgirêkên berdewam yên ku xelkê Êzidî pê re rû bi rû
dimîne û destnîşan kir ku zêdetirî 200 hezar Êzidî hîn jî bê war mane, gelek ji
wan hîna jî di kampan de dijîn û zêdetirî 2 hazar û 600 Êzidî hîna jî winda ne,
û yên ku vedigerin ji ber nebûna xizmetguzarî û piştgiriyê bi mercên dijwar re
rû bi rû dimînin.
Navbirî got: Ez pêşwazî li hewlên Bexda û Hewlêrê di vî warî de dikim,û ez
daxwaza hewldanên zêdetir û zûtir dikim ji bo vegerandina mafên Êzidiyan û
vejandina civaka Êzidî.
Cordone girîngiya qebûlkirina zirara ku ji aliyê rizgarbûyan ve hatiye kişandin
û alîkariya wan ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe de tekez kir.
Her çend e zêdetirî 2 hezar û 200 rizgarbûyan ji yasaya
Rizgarbûyên Êzidî ji dema pejirandina wê çar sal berê ve sûd wergirtine jî, wî
astengiyên berdewam yên li pêşiya pêkanîna wê ya bi bandor destnîşan kir.
Her weha daxwaz piştgiriya berfireh ji bo jinên ku neçar
mane bi çekdarên DAIŞê re hevjîniyê bikin û ji bo zarokên ku ji destdirêjiya
ser wan jinan çêdibin kir, û ji civakên wan xwest ku wan hembêz bikin ne ku ji
wan dûr bixin.
Cordone girîngiya darizandina tawanbarên DAIŞê bi riya dadweriyê li Îraqê an jî
bi hevkariya dadweriyên din ji nû ve piştrast kir û got: Divê dadwerî hebe, ne
tolhildanû pêwîst e kesên ku di dema qirkirinê de Êzîdî parastine bên naskirin.
Roja 3ê Tebaxa 2014an de, terorîstên DAIŞê hêrîşeke hovane li ser Şingal axa sereke ya Êzîdiyan destpêkirin û di encamê
de bi hezaran mêrên Êzîdî hatin kuştin û jin û zarok revandin daku bi zorê wan bikin
kole.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di komkujiyê de 5 hezar mêrên Êzidî hatibûn kuştin û bi hezaran jin û keçên ciwan yên Êzîdî jî hatibûn revandin.
DAIŞê di sala 2014an de heta sala 2017an, dema ku Îraqê ragihand ku Nînewa,
Enbar, Selahedîn û hin deverên Kerkûk û Diyale kontrol kiri, li ser sêyeka Îraqê
kontrola xwe bi dest xist.
Di wê demê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) helwestek wêrek girt û gelek
yekîneyên parastinê ava kir û li derdora Şingalê bi cih bûn ku armanca wan ew
bû ku bi tevahî kesên koçber yên li Çiyayê Şingalê rizgar bikin ku zêdetirî 100
Pêşmergeyên (YNK) li hêla pêşîn di şerê digel terorsîtên DAIŞê de bi mêrxasî şehîd bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil deng da
YNK 07:07 AM - 2025-11-11






Aplîkêşin

