Bihayê petrolê bilind bûye

Cîhan 10:01 AM - 2025-07-29
Bihayê Petrolê PUKMEDIA

Bihayê Petrolê

Îro, Sêşem rêkefta (29-07-2025) an li bazarên cîhanê bihayê petrolê carek e din bilind bûye.

Li gorî Bûrseya Cîhanê ya Wuzeyê, bihayê her bermîlek petrola xav ya Brênt bi 24 Sentan bilind bûye û bihayê her bermîlekî gihîştiye 70 Dolar û 28 Sentan, ku bihayê wê dike rêjeya %0.34, di heman demê de bihayê her bermîlek e petrola xav ya Texasê gihîştiye 66 Dolar û 93 Sentan ku bihayê wê dike %0.33ê.

Ev yek di demekê de ye ku bi gotinên şarezayên di warê petrolê sedemên herî eşkere yên bilindbûna bihayê petrolê, peymana bazirganiyê ya di navbera Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka û Yekîtiya Ewropa de, û egera dirêjkirina agirbesta gumrikê ya di navbera Waşinton û Pekînê de û bilindbûna siyasî ya nû ya Serokê Amerîka Donald Trump li hemberî Rûsya ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket