Parlementerekî YNKê,22 ciwanan ji Lîbiya vedigerîne Kurdistanê
Kurdistan 11:18 AM - 2025-07-27
AFP
Koçber
Parlamenterekî Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)
ragihand ku wan 22 ciwanên akinciyên herêma Raperînê ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin
ku li welatê Lîbiya asê mabûn ku hewl didan bi riya avê xwe bigihînin sînorê
Îtalya.
Di wê derbarê de, Xerîb Ehmed, Endamê Civata Nûneran ya Êraqê
ji Firaksiyona YNKê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
(PUKMEDIA) re ragihand bi saya hewldanên me yên berdewam di demên berê de, me dikarî
22 ciwanên Herêma Kurdistanê vegerînin cih û warên wan, ku piraniya wan akinciyên
herêma Raperînê bûn ku ew li Lîbiya asê mabûn.
Xerîb Ehmed got: Ew ciwan nêzîkî heyvekê ye winda bûn, piştî
ku malbatên wan ji me re gotin: Neviyên me li Lîbiya winda ne, em rasterast bi
balyozê Êraqê yê li Lîbya re axivîn û me dikarî di demek e kurt de wan hemûyan
bibînin û vegerînin bo polîsên federal.
Parlementerê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) got:
Niha hindek ji van ciwanan vegeriyane Herêma Kurdistanê û bi malbatên xwe re
hatine cem hev û kêfxweş bûne, lê çend ciwanên din yên mane rêkarên wan yên yasayî bi
dawî bûne û di çend rojên pêş de ewê jî vegerin Herêma Kurdistanê.
Li hember vê karî malbatên ciwanan spasiya parlamenterê Yekîtî
ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kirin û hewldanên wî yên ji bo vgeranidina neviyên
wan ji bo Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.
Demek e beşek ji ciwanên Herêma Kurdistanê ji bo ku bigihîjin welatên Ewropa riyek e metirsîdar
digirin ber ku diçin Lîbiya û piştre dixwazin bi riya avê xwe bigihînin sinorên
welatê Îtalyayê, li hemberî vê karî jî parlamenterê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê
(YNK) tekez li ser metirsiya wê riya avê dike û
amaje bi wê yekê dike ku digel wê yekê ku riya avê metirsîdar e, hevdem
rewşa Lîbiya jî ji bo geştkirinê ne guncaw e, lewra pêwîste Hikûmeta Herêma
Kurdistanê çareseriyekê ji bo koçberiya ne yasayî ya ciwanan bibîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

