Şêx Cefer û Konsulê Birîtanî: Yekbûna Hêzên Pêşmerge girîng e

Kurdistan 09:18 PM - 2025-07-20
Şêx Cefer û Konsulê Birîtanya Ragihandina Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Şêx Cefer û Konsulê Birîtanya

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwazî li Andrew Beasley, Konsulê Giştî yê Birîtanya li Herêma Kurdistanê û şandeyeke pê re kir.

Di civînê de, pêşkeftinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Êraq û herêmê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, birêveçûna Hilbijartina Parlemana Êraqê yê dema bê, her wiha hevrêzî û pêşxistina peywendiyên dîplomatîk yên di navbera Birîtanya û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.

Her di civînê de, herdu aliyan tekezî li ser berdewamî û berfirehkirina peywendiyan kirin û li hev kirin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya diyalogê û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin, her wiha tekez kirin ku terorîstên DAIŞê hîna jî ji bo Êraqê û herêmê bi giştî gef in, lewra pêwîstî bi xebat û hevahengiya hevbeş ya zêdetir di navbera Hêzên Hevpeyman, Pêşmerge û Artêşa Êraqê de dîtin.

Di beşek din ya civînê de, ku Kolonel Chris Hammel Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Hevpeymaniyê ji bo çaksazîya Wezareta Pêşmerge jî amade bû, çaksazîyên di Wezareta Pêşmerge û pêngavên yekkirina Hêzên Pêşmerge di nav Wezareta Karûbarên Pêşmerge de hatin gotûbêjkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket