Êraq û Turkiyê çend peyman îmze kirin
Êraq 06:52 PM - 2025-05-08
Nivîsingeha Ragihandina Serokwezîrên Êraqê
Îmzekirina peymanên navbera Êraq û Turkiye
Bi amadebûna Mihemd Şeyah Sûdanî, Serokwezîrên Êraqê û Recep Tayip Erdogan, Serok komarê Turkiye 10 peyman hatin
îmzekirin.
Rêkeftin di
warên (leşkerî, Keşûhewa, peywendiyên bazirganî, pêşîlêgirtin li madeyên
hişber, parastina sînor û hemahengiya di navbera her du welatan de) li xwe
digire.
Recep Teyîp Erdogan
piştî îmzekirina peymanan got: Em dixwazin di mijarên wekî ji nûve destpêkirina
hinardekirina neftê bi riya boriya Êraq-Turkiye de zû pêşve biçin.
Her du aliyan derbarê
bazirganiya navbera her du welatan de aşkere kirin ku, qebareya bazirganiyê ya
di navbera her du welatan de 18 milyar e û em ê wê zêdetir jî bikin.
Erdogan got: Sûdanî
di pêkanîna aramiyê li Êraqê de roleke baş lîstiye û aramiya herdu welatan ji
hev nayê veqetandin.
Mihemed Şeyah Sûdanî
jî got: Peywendiyên Êraq û Turkiye li ser çend prensîban ava bûne, û peywendiyên
navbera me wek peywendiyên du gel yên hevsê in.
Derbarê pirsên
ku gotûbêj li ser kirine, Sûdanî got: Me li ser du mijaran gotûbêj kirin, ya
herî girîng ewlehî ye û me gotiye ku ewlehiya Turkiye ji bo me wekî ewlehiya Êraqê
ye.
Amaje bi wê yekê
jî kir ku em ê rê nedin kesî ku axa me bikar bîne daku êrîşî welatên hevsê bike.
Derbarê pirsa
duyem jî got:Pirsgirêka me ya duyem, ku gelek li ser hate gotûbêjkirin,hemahengî
û lihevkirin li ser mijara avê ye, lewra em li ser rewşa xirab ya Êraqê ya kêmiya
avê axifîn.
*Yadaştname ev
tiştan li xwe digirin:
-Yadaşta
Têgihîştinê li ser Parastin û Danûstandina Şiyanan.
-Yadaşta Têgihîştinê
li ser Alîkariya Penaberên Êraqî yên ku Dilxwaz Vedigerin.
-Yadaşta Têgihîştinê
di warê dadweriyê de.
-Yadaşta Têgihîştina
di warê şerê li dijî narkotîkê de.
-Protokola li ser
vekirina zanîngehên Turkî li Bexda û Besra.
-Yadaşta Têgihîştinê
di warê rewşên awarte yên karesatên xwezayî de.
-Yadaşta Têgihîştin
di warê peywendiyên giştî yên elektronîkî de.
-Yadaşta Têgihîştina
di warê kontrolkirina kalîteyê de.
-Yadaşta Têgihîştina
perwerde û jêhatîbûnên li Wezareta Karên Hundir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

