Komîsyonê têsta dawî ya proseya dengdanê encam da
Kurdistan 11:54 AM - 2024-09-13Logoya komîsyonê û proseya dengdanê
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraq`ê têsta dawî ya proseya
dengdana ya Gera Şeşem ya Hilbijartinên Parlemena Kurdistan`ê pêk anî; û biryar
e di hefteya bê de jî navên berbijêran pesend bike û roja destpêkirina
bangeşeya hilbijartinan jî diyar bike.
Îmad Cemîl ;Serokê
Tîma Ragihandina Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê ji bo malpera
fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: êvareya duhî roja Pêncşemê rêkefta 12-09-2024 an
Komisyonê bi riya sîstema guhastina deng proseya taqîkirina fermî ji bo navenda
guhastina dengan ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdisan`ê encam da.
Îmad Cemîl got:Di heman demê de
li tevaya navendên dengdanê hejmare û data
ji bo sîstema veguhestina dengan hatin şandin, daku komîsyona bilind ya
serbixwe ya hilbijartinên Êraq`ê piştrast bike ku ew sîstem bi rêkûpêk kar dike
yan na, ji ber ku ev tedbîra dawî ya komîsyonê ye ji bo proseya dengdanê.
Îmad Cemîl Serokê
Tîma Ragihandina Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê ragihand
ku; Komîsyon dê hefteya
bê navên berbijêran pesend bike û roja din jî dê dema bangeşeya hilbijartina ji
bo gera şeşem ya parlemana Kurdistan`ê dest pê bike; her wiha di dema niha de navên
berbijêran amade ne û hemû rêkar jî temam bûne.
Derbarê
berbijarên hatine dûrxistin jî Serokê Tîma Ragihandina Komisyona Bilind ya Serbixwe
ya Hilbijartinên Êraq`ê aşkere kir ku ew aliyên ku berbijêrên wan ne hatine
dûrxistin û navên berbijêrên nû arasteya komisyonê kirine,lê berbijêrên
serbixwe yên hatine dûrxistin çi berbjêrek li cihên wan nayê danan.
Li gor
zanyariyên PUKMEDIA heya niha ji aliyê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên
Êraq`ê ve 7 berbijêr li gor madeya 21 ya yasaya Hilbijatina Parlemana Kurdistan`ê
ya hejmare 1 ya sala 1992 an ya hatiye rastkirin; hatine dûrxistin ku çi kes ji
wan ne berbijêrê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ye.
Biryare roja
20 Cotmeh ya sala 2024 an Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdisan`ê
birêve biçe ku 139 lîst in ku di nav wan de 2 Hevpeymanî û 13 Hiziban navên xwe
tomar kirine ji bo beşdarîkirina di wê hilbijartinê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Şêx Cefer: YNK dê bi piştevaniya dengderan wê hevsengiya hêzan biguhere
02:10 PM - 2024-10-04 -
Serokê Fraksiyona DEMê: Mam Celal bû sedema aştiya Rojhilata Navîn
12:38 PM - 2024-10-04 -
Dahata hefteyek Silêmanî nêzîkî 11 milyar dînar bû
11:50 AM - 2024-10-04 -
Edhem Barzanî: Valatiya mirina Serok Mam Celal ne hatiye tijîkirin
11:50 PM - 2024-10-03
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:40 PM - 2024-10-04 Bi amadebûna Serok Bafil... Lîsteya 129 sêyemîn kernevala xwe lidardixe
Bi saya Talebanî Silêmanî di warê veberhênanê de yekemîn e
04:24 PM - 2024-10-04
YNK dê desthilatdariya cudaxwaz û xwesepên hildiweşîne
12:10 PM - 2024-10-04
Merasîma 7.ehemîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal li Kerkûk`ê dest pê kir
05:34 PM - 2024-10-03
Komîsyon bidawîbûna amadekariyên hilbijartinan radighîne
01:00 PM - 2024-10-03
zortrin xwendraw
-
YNK dê desthilatdariya cudaxwaz û xwesepên hildiweşîne
Kurdistan 12:10 PM - 2024-10-04 -
Dahata hefteyek Silêmanî nêzîkî 11 milyar dînar bû
Aborî 11:50 AM - 2024-10-04 -
Serokê Fraksiyona DEMê: Mam Celal bû sedema aştiya Rojhilata Navîn
Cîhan 12:38 PM - 2024-10-04 -
Bi amadebûna Serok Bafil... Lîsteya 129 sêyemîn kernevala xwe lidardixe
Kurdistan 08:40 PM - 2024-10-04 -
Şêx Cefer: YNK dê bi piştevaniya dengderan wê hevsengiya hêzan biguhere
Kurdistan 02:10 PM - 2024-10-04 -
Bi saya Talebanî Silêmanî di warê veberhênanê de yekemîn e
Kurdistan 04:24 PM - 2024-10-04