Nazim Debax: Pêgeha Silêmaniyê ji bo Îran`ê girîng e
Kurdistan 09:31 PM - 2024-09-12
PUKMEDIA
Serok Bafil û Serok Komarê Îran`ê
Serdana serok komarê Îran ji bo Êraq`ê bi giştî û ji bo bajarê
Silêmaniyê bi taybetî girîngiya xwe ya taybet heye û nûnerê Hikûmeta Herêma
Kurdistan`ê li Taran`ê jî dibêje: Peyama serok komar ji bo herêmê zelal e ku amaje
bi rola girîng a Silêmaniyê li ser asta Hewlêr`ê dike.
Pizîşkiyan : Em ji bo xatirê nasîn û YNK`ê hatine Silêmaniyê
Mesûd Pizîşkiyan; Serok Komarê Îran`ê li ser mezarê serok Mam Celal derbarê armanca sardana xwe ji bo bajarê Silêmaniyê bo kenalên ragihandinê got: Ez li Sablax ji dayîk bûme; û ez dixwazim vê deverê û Yekîtî zêdetir nas bikim; lewra bi min xweş e ku min sardana Silêmaniyê kiriye daku ji nêzîk ve bibînim û bikaribim di hemû waran de girîngiyek zêdetir bi peywendiyên me bidim.
Nûnerê Hikûmetê li Taran`ê: Silêmanî ji bo Îranê bi qasî Hewlêr`ê girîng e
Nazim Debax; Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê li Tehran`ê ji bo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: Hatina serok komarê Îran`ê ji bo Êraq û Herêma Kurdistan`ê destpêkeke baş e ji bo giringîdana zêdetir bi peywendiyan; her weha serdana wî ya ji bo bajarê Silêmaniyê jî vê rastiyê diselmîn ku Silêmaniyê jî bi qasî Hewlêr`ê ji bo Îran`ê girîng e.
Debax got: Serdana Mesûd Pizîşkiyan ya ji bo Silêmaniyê peyameke siyasî ye; ku tê wê wateya ku Hewlêr û Silêmanî ji bo Komara Îslamî ya Îran`ê bi hevtayê yektir in ku ji bo welatê wan girîng in; lê eger em li serdana serokên din yên ji bo Herêma Kurdistanê binêrin, ev serdana serokomarê Îran`ê ji bo Herêma Kurdistan`ê gelekî cudatir e, ji ber ku peyama serok komarê Îran`ê ji bo Herêma Kurdistan`ê parastina Herêma Kurdistanê ye.
Berdevkê YNK`ê: Îran`ê hertimî piştevaniya gelê Kurd kiriye
Komara Îslamî ya Îran`ê di hemû rewşên dijwar û ne hevseng de piştevaniya gelê Kurd kiribû; û YNK`ê jî hewla xurtkirina peywendiyan daye.
Seidî Ehmed Pîre; Berdevkê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ragihand ku, sardana serok komarê Îran ji bo Êraq û Herêma Kurdistan`ê bi giştî û bajarê Silêmaniyê bi taybet û civîna digel Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) gelekî girîngiya xwe heye ji bo xurtkirina peywendiyên dîrokî digel Komara Îslamî ya Îran`ê; ku li ser destê Serok Mam Celal hatibû damezrandin; lewra emê wan di wan peywendiyan berdewam bin.
Seidî Pîre dibêje: Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê hertimî hewla xurtkirina peywendiyên digel welatên cîhanê bi giştî û Îran`ê bi taybet daye, jiber ku welatê Îran`ê di şert û mercên zehmet de piştevaniya gelê Kurd û gelê Herêma Kurdistanê kiribû.
Berdevkê YNK`ê aşkere kir ku mirov dikare sûd ji peywendiyên Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) û Komara Îslamî ya Îran`ê werbigire; ji bo geşepêdana peywendiyên bazirganî û aborî yên di navbera her du welatan de; jiber ku YNK`ê hertimî peywendiyên xwe yên mezin û dîrokî digel Komara Îslamî ya Îran`ê hebûn.
Letîf Nêrweyî: Erdnîgariya Silêmaniyê wusa kiriye ku Îran girîngiyê bide wê
Bajarê Silêmaniyê ji ber cihê xwe yê erdnîgarî û hebûna YNK`ê û pêgeha Serok Bafil di girîngîdana welatê Îran`ê de; û sardana îro ya serok komarê Îran`ê wê rastiyê diselimîne.
Berpirsê Burda Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand ku: serdana serokomarê Îran`ê selminerê wê rasiyê ye ku peywendiyên YNK û welatên cîhanê berbi geşepêdanên zêdetir çûye ş erdnîgariya siyasî ya Silêmaniyê wusa kiriye ku Îran girîngiyek zêdetir bide wê.
Letîf Nêrweyî dibêje: J bo Îran`ê aramiya siyasî, aborî û ewlekarî ya Êraq`ê girînge û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî di vê mijarê de bi Îran`ê re di heman nêrînan de ye û rola Serok Bafil Celal Talebanî jî di van pirsan de girîng bû û hewlên wî hertimî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bû.
Îro danê sibehê Serok Komarê Îran`ê Mesûd Pizîşkiyan sardana Herêma Kurdistan`ê kir û digel Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê li Hewlêr`ê civiya; piştre jî bi riya firokxaneya navdewletî ya Silêamniyê gihîşte bajarê Silêmaniyê û Ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan`ê (YNK) Bafil Celal Talebanî ve hat pêşwazîkirin; piştre qefta gulan ya rêz û dilsoziyê li ser gora Serok Mam Celal danî û digel Serok Bafil Celal Talebanî û li Dabaşanê civiya.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Şêx Cefer: YNK dê bi piştevaniya dengderan wê hevsengiya hêzan biguhere
02:10 PM - 2024-10-04 -
Serokê Fraksiyona DEMê: Mam Celal bû sedema aştiya Rojhilata Navîn
12:38 PM - 2024-10-04 -
Dahata hefteyek Silêmanî nêzîkî 11 milyar dînar bû
11:50 AM - 2024-10-04 -
Edhem Barzanî: Valatiya mirina Serok Mam Celal ne hatiye tijîkirin
11:50 PM - 2024-10-03
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:40 PM - 2024-10-04 Bi amadebûna Serok Bafil... Lîsteya 129 sêyemîn kernevala xwe lidardixe
Bi saya Talebanî Silêmanî di warê veberhênanê de yekemîn e
04:24 PM - 2024-10-04
YNK dê desthilatdariya cudaxwaz û xwesepên hildiweşîne
12:10 PM - 2024-10-04
Merasîma 7.ehemîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal li Kerkûk`ê dest pê kir
05:34 PM - 2024-10-03
Komîsyon bidawîbûna amadekariyên hilbijartinan radighîne
01:00 PM - 2024-10-03
zortrin xwendraw
-
YNK dê desthilatdariya cudaxwaz û xwesepên hildiweşîne
Kurdistan 12:10 PM - 2024-10-04 -
Dahata hefteyek Silêmanî nêzîkî 11 milyar dînar bû
Aborî 11:50 AM - 2024-10-04 -
Serokê Fraksiyona DEMê: Mam Celal bû sedema aştiya Rojhilata Navîn
Cîhan 12:38 PM - 2024-10-04 -
Bi amadebûna Serok Bafil... Lîsteya 129 sêyemîn kernevala xwe lidardixe
Kurdistan 08:40 PM - 2024-10-04 -
Şêx Cefer: YNK dê bi piştevaniya dengderan wê hevsengiya hêzan biguhere
Kurdistan 02:10 PM - 2024-10-04 -
Bi saya Talebanî Silêmanî di warê veberhênanê de yekemîn e
Kurdistan 04:24 PM - 2024-10-04