Sarkawt Zekî: YNK ji bo hilbijartinan amade ye

Kurdistan 04:34 PM - 2024-09-11
Civîna Serokê Buroya Rêxistinê bi Meclîsa Şengalê re PUKMEDIA

Civîna Serokê Buroya Rêxistinê bi Meclîsa Şengalê re

Berpirsê Buroya Rêxistina YNKê Serkawt Zekî:"YNK'ê bi israr e ku hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên kirin û hemû amadekarî ji bo pêvajoyê kirine."

 Daxuyanî di civîna li gel meclisa malbenda Şengalê û rêxistinî de, ku bi amadebûna rêhevalên malbenda Badînan Cemal Yûsif û serokê malbenda Şêx Daûd Cundî, hate dayîn.

Di civînê de behsa encamên hilbijartinên parêzgehên Iraqê hate kirin û tekez li ser başkirina jiyana welatiyan hate kirin.Encamên hilbijartinên parêzgehên Iraqê divê rêveberiyeke saxlem û geşbûna jiyana welatiyan bi xwe re bîne û xizmeta Şengalê û xelkê wê bike armanca .

Sarkawt Zekî wiha got: “Pêwîste encamên hilbijartinên Iraqê bandorê li ser encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike, li ser rewşa giştî ya herêmê û pêwîstiya yekrêziya Iraqê û hêz û aliyên li Şengalê bo vegerandina jiyaneke hêja.''

Di derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî got:"Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê amade ye û tekezî li ser lidarxistina helbijartinan di dema xwe de dike da ku bi rêya parlamento û hikûmetê gavên cidî ji bo baştirkirina jiyana welatiyan bavêje."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket