Parêzgarê Kerkûk:Wek yekem tîm emê xizmeta Kerkûk`ê bikin

Kurdistan 06:53 PM - 2024-08-15
Civîna Parêzgeha Kerkûk û Berpirsên Bajêr PUKMEDIA

Civîna Parêzgeha Kerkûk û Berpirsên Bajêr

Parêzgarê Kerkûk`ê dema dû hefteyan da bajêrvaniya bajêr ji bo paqijkirina tevaya cade û taxên bajêr û got: Emê bi yek tîmê xizmeta welatiyan bikin.

Rêbwar Taha, parêzgarê Kerkûk`ê di heyama serpereştîkirina civînekê de ji bo paqijkirinha bajêr digel beşên bajêrvaniya wî bajarî de ji wan re got: Dema dû hefteyan hene ji bo paqijkirina cade û taxên wî bajarî.

Rêbwar Taha got: Emê tedbîrên pêwîst bigrin ber û kêmtir xem nabin di asta xizmetkirina welatiyan de û paqijkirina bajarê Kerkûk`ê.

Hevdem di civînekê de digel serokê beşên dîwana parêzgehê de Rêbwar Taha ragihand ku qonaxa bê dê qonaxa avadanekirin û xizmetgûzarî û palpiştkirina pêkve jiyanê di navbera pêkhateyên Kerkûk`ê de be.

Tekez jî kir ku di pêşîniya karên wan de ewê wek yek tîm baştirîn xizmetgûzariyê bi riya avadanekirin û pêşxistina kertên pîşesazî, bazirganî û çandiniyê pêşkêş bikin.

 

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket