Dije Teror û Pêşmergeyên YNK`ê Hewlêr parastin û Mexmûrê rizgar kirin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-08-10Mexmûr
Beriya 10 salan hêzên Pêşmerge û Dije Teror
ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) di dastanekê de Mexmûr ji destê
terorîstên DAIŞ`ê rizgar kirin û Hewlêr ya paytexta herêmê jî ji dagîrkirinê
parastin û ew xelkê ji tirsa DAIŞ`ê Hewlêr bi cih hêlabûn vegeriyan warên xwe,
Dije Terorê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku ji parstina Zaxo heya
Xaneqîn û ji Kubaşî heya Kobanê dije teror xwe bi berpirsyartiya xwe dizane.
Dije Teror: Me Yekem şikandina terorîstan li Mexmûr`ê dest pê kir
Rêveberayetiya Giştî ya Dije Teror ya Kurdistan`ê ( CTG) di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji wê ji bo PUKMEDA hatiye şandin têde amaje bi wê yekê dike ku beriya 10 salan tenê di çend rojên derbazbûna li ser girtina Şengal`ê û vekirina sengeran di rûyê terorîstên DAIŞ`ê de û valakirna çendîn nevçeyan bi bê berevanî û dirustbûna metirsiyê li ser bajarê Hewlêr ya paytexta Herêma Kurdistan`ê , hêzên Rêveberayetiya Giştî ya Dije Terorê bûn mertalek polayî ji bo parastina paytexta Herêma Kurdistan`ê û Rimeke tîj di rûyê terorîstên DAIŞ`ê de ku dikarîn di dema demjimêrek û 30 deqeyan de Mexmûr`ê ji terorîstan paqij bikin.
Eşkere kir ji ku wek serok Bafil Celal Talebanî amaje pê kiriye, bi tenê bi 88 Pêşmerge yên Dije Terorê wan dikarîn Mexmûr`ê azad bikin; ku ew rêxistina terorîstî li ser destê kurên Dije Terorê li sinorê axa Kurdistanê tûşî şikestinê bûn; di demekê de ku ew rêxistin ji têkşikndina aratêşên 2 welatan vegeriya bû.
Di daxuyaniya Dije Terorê de hatiye: parastina Zaxo heya Xaneqîn`ê û ji Kubaşî heye Kobanê, Dije Teror xwe bi berpirsyar dizane, li hemberî axa Kurdistan`ê û dastan û çêrokên vê hêzê şahidiyê vê yekê didin.
Hêzên PDK`ê Mexmûr çol kirin
Li gorî ew tomarên video yên hatine
belavkirin hêzên Partî Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK) Mexmûr çol kirin û
metirsiyeke mezin ji bo Mexmûr û Hewlêr`ê dirust kirin, xelkê Hewlêr û Mexmûrê
ji tirsa selametiya canên xwe deverên xwe yên akincîbûnê çol kirin.
Jiber lewaziya ew hêza ku serpereştiya
mîhwera Mexmûr`ê dikir dagîkirina wê qezayê ji aliyê DAIŞ`ê ve pêşbînîkirî bû,
lê hêzên dije terorê wek yekem hêz çûn
nav Mexmûr`ê û rû bi rûyê DAIŞ`ê bû û ew qeza paqij kirin, û Hewlêr jî ji
metirsiyê parastin.
Reşad Gelalî, Cîgirê melbenda 20 ya Rêxistina
Qereçox yê Yekîtî ku ya wê demê bû û berpirsê komîteya rêxistina Mexmûr`ê bû,
di daxuyaniyekê de bo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK)
PUKMEDIA ragihand ku dagîrkirina Mexmûr`ê ji aliyê DAIŞ`ê ve û çolkirina wê bi
bê teqekirin pêşbînîkirî bû, ji ber ku ew hêza wê demê nedikarî akinciyên wî
sinorî biparêze.
Bi dagîrkirina Mexmûr`ê metirsî li ser Hewlêr`ê
dirust bû, lewra daxwaza hevkariyê ji Dije Teror ya Yekîtî ya Nîştimanî ya
Kurdistan`ê (YNK) hat kirin ku hêzekê rê bikin Mexmûr`ê daku bikaribin wê
qezayê ji terorîstên paqij bikin; û Hewlêr`ê jî ji wê metirsiyê dûr bixin, ji
ber vê çendê Dije Teror wek yekem hêz çû nav Mexmûr`ê û rû bi rûyê DAIŞ`ê bû.
Roja 07-08-2014 an terorsîtên DAIŞ`ê hêrişî
qezaya Mexmûr`ê kirin û ew dagîr kirin; piştî derbazbûna 72 demjimêran roja
10-08-2014 an hêzên Dije Teror ya (YNK) û Pêşmerge û Asayîş di heyama
demjimêrek û 30 deqeyan de qezaya Mexmûr`ê ji terorîstên DAIŞ`ê paqij kirin û terorsît ji wê deverê derxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok komar: Êraq nêzîkî qonaxeke nû ya geşepêdana aborî ye
02:52 PM - 2024-09-12 -
Şêx Cafer: Di vê kabîneyê de azadî hatin astengkirin
06:41 PM - 2024-09-11 -
Sarkawt Zekî: YNK ji bo hilbijartinan amade ye
04:34 PM - 2024-09-11 -
Serok Komarê pêşwaziya hevtayê xwe yê Îranî kir
12:28 PM - 2024-09-11
zêdetir tamaşe bike
Dahata heftane ya Silêmaniyê nêzîkî 9 Milyar Dînar in
10:43 AM - 2024-09-13
Şalaw Kosret: Emê Hewlêr`ê vegerînin û rê nadin cudabûnê
10:46 PM - 2024-09-12
Nazim Debax: Pêgeha Silêmaniyê ji bo Îran`ê girîng e
09:31 PM - 2024-09-12
Serok Bafil:Serdana serokê Îran`ê berdewamiya peywenduyên me yên dîrokî ne
08:24 PM - 2024-09-12
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Serdana serokê Îran`ê berdewamiya peywenduyên me yên dîrokî ne
Kurdistan 08:24 PM - 2024-09-12 -
Şalaw Kosret: Emê Hewlêr`ê vegerînin û rê nadin cudabûnê
Kurdistan 10:46 PM - 2024-09-12 -
Nazim Debax: Pêgeha Silêmaniyê ji bo Îran`ê girîng e
Kurdistan 09:31 PM - 2024-09-12 -
Dahata heftane ya Silêmaniyê nêzîkî 9 Milyar Dînar in
Kurdistan 10:43 AM - 2024-09-13 -
Komîsyonê têsta dawî ya proseya dengdanê encam da
Kurdistan 11:54 AM - 2024-09-13