Bersivek ji bo ragihandina PDK`ê : Êzîdî dizanin kê li berxwe da û kî jî reviyan

Kurdistan 05:15 PM - 2024-08-04
Mekteba Ragihandin û Bîr û Hişyarî PUKMEDIA

Mekteba Ragihandin û Bîr û Hişyarî

Borda Ragihandina Yekîtî bersiva ragihandina Partî Demokrat a Kurdistanê (PDK) dide, û di daxuyaniyekê de radigihîne ku peyama mîdye ya PDK`ê belayê me û Êzîdiyên Şengalê ye û ti hesabek ji bo wê nayê kirin û gotinek ya pêşiyan heye dibêje: (Tîşka rojê bi Bêjingê nayê girtin).

 

Borda Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di peyamekê de bersiva ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê dide ku bi boneya salvegera dagîrkirina Şengalê hatiye belav kirin.

Navrekoa Peyamê:

Peyama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK`ê) taybet bi salroja Cenosîda Êzîdiyên Şengalê, heman ew rexne û gotinên ku bi salane ji aliyê bi hezaran welatiyên Êzîdiyan ve tên kirin, ku ew sedema çolkirin û radestkirina xelkê sivîl yên Şengalê dixin stûyê PDK`ê, ku di encama reva wan de bi hezaran welatiyên Êzîdî ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve hatin kuştin, eger ev yek wek axaftinên welatiyên Êzîdî nebe jî belku axaftina çendîn kes ji kadirên PDK`ê ne ku ew ser bi ola Êzîdiyan e jî tên belav kirin, ku di dema ferman û karesata Şengalê de bi dengekî bilind digotin: (PDK`ê em firoştine).

 

Daxuyanî û axafitina Qasim Şeşo, fermadarê bilind yê PDK`ê heye ku nêzîkî salekê li ser çiyayê Şengalê bû ji ber kêmtirxemiya partî û paykûta partî kiribû.


Ji ber wê ji aliya me û Êzîdiyan ve ti hesabek ji bo wê nayê kirin û gotineke  pêşiyan heye dibêje: (Tîşka rojê bi Bêjingê nayê girtin).

Borda Ragihandina Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket