Dr.Berhem Salih:Pêwîste rû bi rûyê hizirên tundrewiyê bibin

Kurdistan 03:48 PM - 2024-08-03
Dr.Berhem Salih Serok komarê berê yê Êraqê Belfer Center for Science and International Affairs

Dr.Berhem Salih Serok komarê berê yê Êraqê

Serok komarê berê yê Êraqê di salvegera jenosîdkirina Êzîdiyan de ragihand ku bermayîyên hizirên DAIŞ`ê di dema niha de metirsiyeke mezine û çênabe ew  bê paşguhxistin, pêwîste di nav ola pîroz û saziyên wê de rû bi rûyê tundrewî û hizirên Tekfîrî bibin û parêzgariyê li destûra sivîl bikin.

Bi hezaran Êzîdî bê mal û warin

Dr.Berhem Salih Serok komarê berê yê Êraqê di gotarekê de ku li beşê (Bîr û Ra) ya PUKMEDIA hatiye belavkirin têde dibêje: Heya niha bi hezaran Êzîdî bê mal û warin li kampên awareyan dûr ji cih û warên xwe dijîn, û çarenivîsa zêdetirî 2 hezar jin û keç yên hatine revandin ne diyar in, Şengal jî heya niha aramî û avadanekirina têde nebûye.

Dr.Berhem Salih dibêje: Armanca terorîstan komkujî û qirkirina Êzîdiyan bû,lê xweragirî ya gelê me û qurbanîdana hêzên ewlekariyê û piştevaniya civaka navdewletî pilana terorîstan pûç kirin,tundrewan di bin navê ku ew li dijî olin, ew tawan encam dane, pêwîste ew yek ji bîra me neçe ku ev Tawana rû daye bi saya berjewendiya hindek hêz û welatan bûye ku ew digel teror û tekfîr û tundrewiyê yek girtibûn, ku ji ber kêmtirxemiya dezgehên ewlekarî û hikumraniyê ew dever têkçûn û têde xelkê asayî yên Êzîdî û di nav wan de hejmarek zaf ya jin û keç û zarok jî hebûn.

Êzîdî xelkê resen yê vî nîştimanî ne

Serok komarê berê yê Êraqê amaje bi yekê kir ku Êzîdî pêkhateya resen yê vî nîştimanî ne, lewra yada 10 salî ya karesta wan tê wateya ku ev yek li ser tevaya pêkhateyên din yên gelê me pêk hatiye, mîna qurbaniyên gorên komî û Enfal û Kîmyabarankirina Helebe û heya qurbaniyên destê terorê.

Dr.Berhem Salih dibêje : Pêwîste dan bi wê yekê bidin ku bermayîyên hizirên DAIŞ`ê di dema niha de metirsiyeke mezine û çênabe ew bên piştguhxistin, û em tekez dikin ku pêwîste di nav ola pîroz  û saziyên wê de, rû bi rûyê tundrewî û û hizirên Tekfîrî bibin û parêzgariyê li destûra sivîl bikin ku ew di rastiyê de parêzgariyê li rûmeta nîştiman, civak dike ku  bi karanîna ol bi mebestên siyasî red dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket