3`ê Tebax`ê roja Jenosîda Êzîdiyan
Kurdistan 11:59 AM - 2024-08-03Dîmenê Awareyên Êzîdiyan
Roja 3ê
Tebaxa 2014ê terorîstên DAÎŞ`ê êrîşî navçeya Şingalê kirin û piştî şer û
pevçûnên navbera terorîstan û beşek ji pêşmergeyên wê navçeyê, ew dever hate
dagîrkirin.
Beşek ji welatiyên wê deverê ku piraniya wan Êzidî ne, ji tirsa hovîtiyên
terorîstan berê xwe dane çiyayê Şingalê, hinek jî ketine destên terorîstên
DAIŞê û bi awayekî hovane mêr şehîdkirin û jin û keçên wan pê bazirganî kirin û
birin navçeyên bin kontrola wan de li Sûriye û Êraqê, beşeke din ji keç û jinan
wek diyarî ji serkirde û fermandarên DAIŞê re hatin dayîn.
DAIŞ`ê komkujî pêk anî
Bi dagîrkirina navçeya Şingalê û derdora wê re DAIŞê dest bi komkujiyan kir û çend welatiyên sivîl ên wê deverê şehîd kirin.
Bi
balafiran xwarin û alîkarî ji penaberên li Çiyayê Şengalê re hatin şandin, ji ber hebûna hejmareke zêde ya welatiyan li çiyayên Şingalê û rewşa nebaş a
jiyana wan, destpêkê av û betanî ji firokexaneya Bexdayê û xwarin û ji Herêma
Kurdistanê xwarin û kelûpel wergirtin.
Serê Êzdiyan dibrîn
DAIŞ,ê 80 zilamên êzîdî li gundekî êzîdiyan serjê kirin, ku bi kamyonan êrîşî gundekî kiribûn û ji wan xwestibûn ku bibin Musliman, lê wan qebûl nekir û piştre DAIŞ`ê di nava demjimêrekê de 80 zilamên Êzîdî ji gund kom kirin û serê wan jê kirin û hemû jinên wan jî ber bi gundê Tileferê ve revandin.
Ji her alî ve hêz ketin Şengalê
Ji ber dagirkirina Şengalê, hêzên çekdar ên her çar parçeyên Kurdistan`ê bersiv da û ji bo vê jî gerîlayên PKK’ê jî weke hêzeke Kurdistanî ji bo alîkariya Êzdiyan xwe gihandin navçeyê.
YNK`ê mefrezeyek ava kir
Li hember koçberbûna welatiyên êzîdî ber bi çiyayê Şingalê ve, ew hêzên biçûk ên Pêşmerge ku li nêzîkê wê mane hemû hêzên YNKê bûn û erkê wan ew bû ku welatiyên li çiya ji terorîstan biparêzin û komkujî çênebe, heta ku ji destê terorîstan bên rizgarkirin, zêdetirî 100 pêşmergeyên YNKê di berevaniyê de şehîd bûne û xwe ji bo parastina Êzdiyan kirine qurbanî.
Êzîdî xwediyê ola herî kevnarin li Êraqê
Êzidiyên ku demeke dirêj li Şengalê ne, xwediyên ola herî kevn a Êraqê ne hejmara wan di navbera 600 û 650 hezar kesî de ne di dîrokê de bi 73 qirkirinên komî re rû bi rû mane, ya herî dawî di destê DAIŞ’ê de ye.
Jenosîda Êzdiyan
Piştî
dagirkirina Şengalê, di 15-8-2014’an saet 23:00’an de çeteyên DAIŞ’ê sûcên herî
hovane li dijî şêniyên Êzidî yên gundê Koço pêk anîn, bi biryarê tawanbarê
DAÎŞê Waliyê Mûsilê Ebû Lays ku navê wî yê rast Ridwan Talib Hemdûn e nêzî 500
ciwan û jin li cihên cuda hatin kuştin û di 16 gorên komî de hatin definkirin.
herweha bi sedan jin û keçên wan jî li bazarên Mûsil û Sûriyê hatine firotin,
rastî destavêtinê hatine û bi awayekî nemirovane hatine firotin.
Nav:
1-Ebo Hemze Hemîdî, berpirsê şerî Bilîc, cîgirê Ebo Aya , alîkarê Ebo Meseb berpirsê ewlekariyê yê Bilîc.
2-Ebo Haver, hakim Cemal Selamî, ji erebên Şêngalê û hakimê Beac bû ku vî kesî biraya komkujiya Koco daye, piştî ku biryar ji waliyê Mûsilê wergirt.
3-Ebo Ebdula Ce`eferî.
4-Nafih Meytûnî, navê wî ya rast Hesen Suleyh xelkê awayî Eyn Fehî Bakur e.
5-Ebo Meryem ,waliyê Qatihê Be`eac.
6-Ebo Ednan, berpirsê desteya gulebarankirin û berpirsê rastexwe yê Koco.
7-Heysem Birxelî.
8-Salih Birxelî.
9-Ehmed Berxlî.
10-Ebo Serhan Meytûnî navê wî ya rast Erkan Ehmed Ebas e.
11-Ebo Salih Xatûnî.
12-Ebo hîlal Xatûnî.
13-Ebo Enes Zubeydanî.
14-Ebo Kerem, berpirsê serbazî.
15-Ebo Elî Xatûnî.
16-Ebo Xefran- Rêveberê ewlekariya Behac, navê wî ya rast Îd Meşel Ewad Zubeydî ye.
17-Hacî Mehdî Eferî, navê wî ya rast Ebas Salih Ereb, serokê mafiyayên Til Efer bû.
18-Mudelele Şortî Meytûnî, ji awayê Biskê,şofêrê Şofil û yekek ji wan kesan bû ku rûfat jêr ax kiribû.
19-Ehmed Salih Hesen Leyla Meytûnî, ku bi Delec naskirî ye, ev kes yekek ji daxwazkiriyan bû ji aliyê polîsê Intrepol ve, derbarê tawanbarekî metirsîdar ku bi destê xwe cihê gorên bi komel yê Koco kolaye û digel şofêrê Şofilên din ew kuştî jêr ax kiribûn.
20-Newaf Ehmed Elwan digel birayln xwe.
21-Ebo Deham Bena Meytûnî.
22-Ehmed Heso Meytûnî (Ebo Fîras).
23-Mideris Mihemd Ebo Ebdulrehman mamosta bû li xwendingeha seretayî ya Şengalê, piştî komkujiya Koco li mêvanxaneya Qurbanî Ehmed Caso waneya Quranê dida kesên hatibûn revandin.
24-Ebo Enes şofêrê teybet yê Ebo Hemze.
25-Newaf Zubeydê ku bi Ebo Ziyab tê naskirin, ev tawanbar duyemîn kese ku Ehmed Casoyî muxtarê koco kuştiye û piştî wê jî bavê wî hatiye mêvanxane û saman û otombêla Ehmed Casoyî talan kiriye û piştî wê jî di navbera Beac û Bilîc de mêvanxaneyek ji bo xwe dirust kiriye,
26-Seyfûla Şîşanî.
27-Ebo Kerem Hedîdî.
28-Ebo Mesib berbpirsê Til Benatê.
29-Salim Eskerî ku serpereştiya dagîrkirina Hatimye kiribû.
30-Ebo Wîsam Şemerî,jê re tê gotin Ebo Hemûdî Şemerî ku piştre bibû berpirsê qezaya Şengalê.
31-Ebo Adil akinciyê qezaya Şengalê.
32-Ebo Bekir akinciyê qezaya Şengalê.
33-Kiromî Ebo Hemûdî akinciyê Eyonatî Til Rebîha.
34-Ebo Harûn pêştir li tendirustiya Şengalê fermanber bû.
35-Miseb Salih Leyle, berpirsê ragihandin û birayê Ehmed Salih Hesen Leyle (Dehlec).
36-Yûsif Salih Mihemed Xizir Sayêr Meytûnî û birayê Suleyman Awayî (Amûdiye).
37-Şêxê Eşîreta Meytûnî Carulah Mihemed Elî Ceulah ku xwediyê yekem otombêl bû di nav karwana otombêlên DAIŞ`ê de ku berbi Qeyrewan û ji wir jî ber bi Şengalê çûbû ku rengê otombêla wî Sor bû û pîkab bû.
38-Fatih Mihemed Elî Carulah xelkê Bilîc bû û Meytûnî bû, berpirsê desteyê bû û birayê Şêxê Meytût Carulah û Muhemed Elî Carulah bûye.
39-Elaw Hesawî Îsa Meytûnî, beşdarî komkujiya Koco kiribû, ew kesê yekem bû ku destdirêjiya guleyan li kesên hatine revandin kiribû.
40-Tariq Hesawî Îsa Meytûnî, beşdarî hêrişa ser Şengalê û komkujiya Koco kiribû û berpirsê bajêrvaniya Qeyrewan bû.
41-Bedram Uyêd Mihemed Elî Meytûnî, beşdarî komkujiya Koco kiribû û dukan û bazarên Til Benat û Til Qesab talnan kiribû.
42-Ekle Xelef Xizir Elêwî Werde Meytûnî beşdarî hêrişa ser Şengalê û kimkujiya Koco kiribû.
43-Xelîf Ayêd Meytûnî.
44-Nofil Hîn Yolîh Muxtar Meytûne.
45-Ebdulrehîm Hemed Teha meytûnî.
46-Misreq Ebil Dawud Meytûnî.
47-Felah Mihemed Elî Carulah serokê eşîreta Meytûtat.
48-Qehtan Heloş Meytûnî.
49-Ehmed Fazil Ubêd Zubeydî.
50-Emîr Ebo Ziyaw (Şehab Ehmed Elwan).
51-Mueyêd Mihemed Hemîdî awayê biskê Cibobî.
52-Ebdulrehman Ebdulrehîm Awayî (Eyn Fethî Şemalê).
53-Ziyad Ehmed Meytûnî pêştir yekek ji zêrevanên polîsê sinor eqîd Elî Meytûnî bû.
Çavkaniya saxkirina navên van tometbar û twanbaran Dauwd Xetarî, Ziyad Xelef, Misto Hesen, Semîre Hawinc, Beşar Helo akinciyên Koco ne.
Lêpirsîna bê encamPiştî demeke dirêj ji jînosayda Şengalê, encamên komîta lêkolînê ya ji bo ji dest dana Şengalê hate avakirin, navên 30 fermandarên leşkerî yên Pêşmerge ku bi jidestdana Şengalê li Şengalê tên sûcdarkirin, li cem rayedarên herêmê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok komar: Êraq nêzîkî qonaxeke nû ya geşepêdana aborî ye
02:52 PM - 2024-09-12 -
Şêx Cafer: Di vê kabîneyê de azadî hatin astengkirin
06:41 PM - 2024-09-11 -
Sarkawt Zekî: YNK ji bo hilbijartinan amade ye
04:34 PM - 2024-09-11 -
Serok Komarê pêşwaziya hevtayê xwe yê Îranî kir
12:28 PM - 2024-09-11
zêdetir tamaşe bike
Dahata heftane ya Silêmaniyê nêzîkî 9 Milyar Dînar in
10:43 AM - 2024-09-13
Şalaw Kosret: Emê Hewlêr`ê vegerînin û rê nadin cudabûnê
10:46 PM - 2024-09-12
Nazim Debax: Pêgeha Silêmaniyê ji bo Îran`ê girîng e
09:31 PM - 2024-09-12
Serok Bafil:Serdana serokê Îran`ê berdewamiya peywenduyên me yên dîrokî ne
08:24 PM - 2024-09-12
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Serdana serokê Îran`ê berdewamiya peywenduyên me yên dîrokî ne
Kurdistan 08:24 PM - 2024-09-12 -
Şalaw Kosret: Emê Hewlêr`ê vegerînin û rê nadin cudabûnê
Kurdistan 10:46 PM - 2024-09-12 -
Nazim Debax: Pêgeha Silêmaniyê ji bo Îran`ê girîng e
Kurdistan 09:31 PM - 2024-09-12 -
Dahata heftane ya Silêmaniyê nêzîkî 9 Milyar Dînar in
Kurdistan 10:43 AM - 2024-09-13 -
Komîsyonê têsta dawî ya proseya dengdanê encam da
Kurdistan 11:54 AM - 2024-09-13