Hêro Xan sembola têkoşînê ye

Kurdistan 01:38 PM - 2024-06-12
Xatûn Hêro Xan PUKMEDIA

Xatûn Hêro Xan

YNK

Hêro Îbrahîm Ehmed ku kesayetiya navdar a Kurdistanê ye, weke şervaneke wêrek û mêrxas beşdarî şoreşa nû ya Kurdistanê bû û bi çavê kameraya xwe çalakiyên hêzên Pêşmerge û bombebarana firoke û topxaneyên rêjîma Beisê li deverên rizgarkirî tomar kir û arşîva herî mezin a şoreşa nû diparêze.

Hêro Îbrahîm Ehmed bi nasnav (Hêro Xan) di 12’ê Hezîrana 1948’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Ew di destê siyasetmedar û rewşenbîr birêz Îbrahîm Ehmed û nivîskar û romannivîs Xanim Gelawêj de mezin bû, lewra hezkirina xwendinê ji biçûkatiya wê de çêbû.

Ji ber xebata siyasî ya bavê wê, mala wan wek ku ew dibêje bû mîna çenteyeke mezin a seferê, ji ber vê yekê wê xwendina xwe li çend bajaran qedandiye. Di sala 1970 de, bi serokê nemir Celal Talebanî re zewicî û du kurên xwe anîn dinyayê, Bafil û Qubad.

Hêro Xan jî mîna hevjînê xwe û hevrêyê xwe yê têkoşer Serok Mam Celal rêya têkoşîneke dijwar girt. Di nava şoreşa nû de zarokên xwe bi bav û diya xwe re li Londonê hişt û bi Serok Celal Talebanî re berê xwe da qadên têkoşîn û berxwedanê.

Wê bi karê medyayî li çiyê balkêş bû, ji ber wê jî bi lez û bez bi rêya lensa kameraya xwe, wêneyên çalakiyên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û bombebarankirina maşîna şer a rêjîma Beisê tomar kir û jiyana xwe xiste metirsiyê. bû xwediyê mezintirîn tomar û arşîva şoreşa nû, ku bi serê xwe xizmeteke mezin e ji bo şoreşê û dîroka wê li aliyekî û dîroka Kurdistanê ji aliyê din ve. Dîrok bi serbilindî navê Hêro Xan weke yekemîn wênegir û şervana jin di nava refên Pêşmerge de tomar dike.

Piştî serhildana gelê Kurdistanê, Hêro Xan ji bo xizmetkirina di gelek warên din de diçe. Di destpêkê de Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê vekir û xizmetguzariyên mezin pêşkêşî zarokan û beşên din ên zarokan dikir û dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket