Talebanî: Pirsgirêka mûçeyên Hêzên Ewlehiyê hatin çareserkirin

Kurdistan 02:17 PM - 2024-05-23
Qubad Talebanî  cîgirê serok wezîran PUKMEDIA

Qubad Talebanî cîgirê serok wezîran

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana ragihand ku li ser şandina lîsta navên hêzên ewlehiyê gihîştine rêkeftineê û pirsgirêka mûçeya hêzên ewlehiyê çareser bû û got jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti nerazîbûnek li hember şandina dahatên ne neftê bo Êraqê nîne.

 Qubad Talebanî di kongireyeke çapemeniyê de got: Pirsa mûçeyê hêzên asayîşê çareser bûye û me rêkeftin kiriye ku lîsteya navên asayîşê bişînin.

"Eger em rewşa niha bi sala borî re bidin ber hev, bê guman peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de baştir bûne û lihevkirin û têgihiştineke baş heye. Em hêvîdar in ku ev yek ji bo gelê Herêma Kurdistanê bibe xêr û bereket."

Derbarê Hilbijartinên Hikûmeta Herêma de Qubad Talebanî got: Em ji bo hilbijartinên 6’ê Cotmehê jî amade ne, îsal teqez wê hilbijartin bên kirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket