YNK tekez dike ku cejnên îsal ji bo başkirina rewşa jiyanê derfeteke baş e

Kurdistan 07:33 PM - 2024-04-09
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

YNK

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi helkefta hatina meha Remezanê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand “Cejna îsal hevdem e ligel perspektîfa başkirina jiyana welatiyan ku daxwaz û israra berdewam a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû.’’

Nivîsa peyama Mekteba Siyasî

 
Em bi germî hatina meha Remezanê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikin.

Em hêvîdar in ku Xweda nimêj û rojiyên her kesî qebûl bike.Cejn bibe faktora azadîxwazî û kûrkirina ruhê biratî û pêkve jiyanê, gelê Kurdistanê û tevahiya Iraqê cejnên xwe bi aramî û xweşî derbas bikin.

Cejna îsal hevdem e ligel hêviyên baştirkirina jiyana welatiyan, ku daxwaz û israra berdewam ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû.Bila ev cejn bibe cejna demokrasiyê û hilbijartinên di demek nêzîk de ji bo gelê me yê ku hêjayî hemû xizmet û qurbanîdanan e, bibe rastiyeke berçav.

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket