Salar Mehmûd: Yekalîbûn û xwe ferzkirin bi dawî bû

Kurdistan 02:43 AM - 2024-04-02
Salar Mehmûd BMC

Salar Mehmûd

YNK

Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje: "YNK ji bo hilbijartina di tarîxa ku Serokê Herema Kurdistanê  destnîşan kiriye de amade ye û yekalîbûn û xwe ferzkirin bi dawî hatiye. PDK li dijî amadekariyên navxweyî û navneteweyî yên wek referandûmê gavan diavêje.PDK Berpirsiyare li encamên xirabtir ên li ser pêkhateya herêmê  ye."

Salar Mehmûd di gotarekê de ku di beşa fikir ya PUKMEDIA de hatiye weşandin de wiha got:"Piştî 2 salan ji têkdana parlamentoyê, hilbijartineke paqij di dema xwe de dê xizmeta pêgeh û pêkhateya Herêma Kurdistanê bike, PDK li dijî amadekariyên navxweyî û navdewletî yên mîna referandomê gavan diavêje, her encamên xirabtir li ser pêkhateya herêmê PDK lê berpirsîyare."

Her wiha got:"YNK ji bo hilbijartinên di roja ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin amade ye, YNK neçar bûye serî li Dadgeha Federalî bide, ji ber ku di proseya hilbijartinên Kurdistanê de neheqî hebû û civakên Kurdistanê ji bo berjewendiya yek partiyê dihatin bikaranîn.”

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket