YNK li gel wê yekê ye ku hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên kirin

Kurdistan 04:27 PM - 2024-04-01
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nav û lîsteya berbijêrên xwe yên ji bo hilbijartinên 10ê Hezîranê pêşkêş kir û got:  “YNK li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoyê di roja ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin de bên lidarxistin.’’

YNK ne li gel paşxistina hilbijartinan e

Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rizgar Hacî Hema ji PUKMEDIA re wiha got: ‘’YNK li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 10ê Hezîranê de ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi biryarnameyek hatiye diyarkirin, were lidarxistin.’’
Hacî Hema got: YNKê hemû amadekariyên xwe kirine û ne li gel paşxistina hilbijartinan e û em dixwazin hemû aliyên siyasî yên din beşdarî hilbijartinan bibin.’’

Pêştir Rizgar Hacî Hema ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re gotibû: “Me bi fermî lîsteya namzedên her çar herêmên (Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce) radestî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê kir.’’

Berdevkê Komisyonê: Dema tomarkirinê bi dawî bû

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro ragihand ku dema şandina nav û lîsteyên berbijarên parlamentoya Kurdistanê ku heta saet 12 şeva borî 1ê Nîsanê bû, nehatiye dirêjkirin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Şeva borî saet 12ê dema tomarkirina namzedên partiyan û namzedên serbixwe bi dawî bû û du hevpeymanî, 10 partî û 54 namzedên serbixwe navê xwe tomar kirin.’’

"Lîsteya partiyan dê di 6ê Nîsana 2024an de ji hejmara 101ê dest pê bike. Komîsyon xebatên xwe didomîne û pabendî nexşerêya proseya hilbijartinan di dema xwe de ye û serxwebûna xwe di navbera partî û hevpeymanan de li gorî yasayê parastiye." Cûmana Gelay got, dê karê hilbijartina şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê cîbicî bike.

Tenê du hevpeymanî û 10 partiyan xwe tomar kirine

Bi giştî 20 partî, 2 hevpeymanî û 62 namzedên serbixwe ji bo beşdarbûna hilbijartinan navê xwe tomar kirine, lê heta niha tenê du hevpeymanî, 10 partî û 54 berbijêrên serbixwe navê xwe tomar kirine.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket