Berdevkê ekîba PDK'ê ya di hikûmetê de têkçûnan bi heqaretan vedişêre

Kurdistan 01:13 PM - 2024-03-23
Doza girtiyên Badînan, lehî, şewat, daxwaza mûçe PUKMEDIA

Doza girtiyên Badînan, lehî, şewat, daxwaza mûçe

Bertekên li ser helwesta berdevkê tîma PDKê  Pêşewa Hawramî di hikûmetê de derbarê rûreşkirin û heqareta hember Dadgeha Federalî ya ku di sala 2005an de Kurd û pêkhateyên din ên Iraqê bi awayekî aktîf beşdarî damezrandina wê bûn û biryarên wê hîn jî destûrî û dawî ne. 

Semîr Hewramî: Di kabîneya nehê de berdevkê hikûmetê tunebû

Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî di daxuyaniyekê de ragihand: Kesekî bi navê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê biryarên Dadgeha Federalî û mafên karmendên Kurdistanê de daxuyanî da. Ji ber wê em dixwazin bi 2 xalan bersiva wê yekê bidin.

Yekem, di kabîneya nehê de ti berdevkekî me nebû, helwêstên wî siyaset û nêrîna tîma wezîran a YNKê diyar dike, lê ew kesê ku li ser navê berdevkê hikûmetê diaxive, tenê xwe û tîma wezîran ya xwe dide xuyakirin û gotinên wê ti pêwendî bi yekîtî nake.

Duyem, li şûna daxuyanî û tohmetbaran, baştir bû ku em hemû hewla çareserkirina kêşeyan û dabînkirina mafên kermendan bidin û destkeftên wê bêyî bawerî û piştevaniya gelê Kurd û tenê bi dirûşmeyan nayê parastin.

 

Yekgirtûya Îslamî bo Hewramî :Şikandin bi gotinên xerab nayê veşartin

Endamekî Civata Rêveber a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê got: “Ewên ku berevaniyê li debara jiyana welatiyan û mûçeyên welatiyan dikin, dilsozên welat in û  yê din bi gotinan nikarin têkçûna xwe veşêrin.”
Endamê Civata Rêveber a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mistefa Ebdullah jî diyar kir ku yên ku behsa debara jiyana welatiyan û mûçeyê welatiyan dikin ne xayîn in, lê dilsozê welat in û wiha got: “Mala we ji şûşe be kevir mevêje mala xelq.’’

Ji berdevkê YNK’ê re wiha got: “Hûn nikarin bi van gotinên xerab şikestinên xwe veşêrin.
Cîgirê Wezîrê Dadê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şîlan Arif , daxuyaniya berdevkê hikûmetê ya derbarê Dadgeha Federalî ya Iraqê nedestûrî şermezar kir û tekez kir, ku dadgeh di asta navdewletî de hatiye naskirin û bêrêzîkirin beramber wê bi hemû Iraqiyan re bêrêz e.

Cîgirê Wezîrê Dadê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîş û binpêkirinên li dijî Dadgeha Federalî ya Iraqê de got, Dadgeha Bilind a Federalî dadgeheke destûrî û bilindtirîn desthilata dadwerî ya welat e û biryarên wê dadgeha federalî ne cihê îtirazê ye û divê were cîbicîkirin .’’

Di daxuyaniyê de hat gotin, "îftirakirin bi her du awayên dîtbarî û dengî, ji aliyê Dadgeha Federalî ya Iraqê ve, li gor madeya (433) ya yasaya cezayên Iraqê ya hejmar (111) ya sala 1969ê, wek tawan tê dîtin û cezayên taybet bi wan tê birîn."
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket