Qubad Talebanî: Hemû erk ber bi çareserkirina pirsgirêkan de ye

Kurdistan 08:28 PM - 2024-02-29
Qubad Talebanî Nivîsgeha Ragihandinê cîgirê serok wezîr

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê îro pêncşemê li bajarê Hewlêrê digel Vahakin Xaçaturyan serokê komara Ermenistanê civiya.

Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe, Dara Reşîd Wezîrê Plandanînê, Saman Barzancî Wezîrê Tendirustiyê û Daban Şadla Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, her du aliyan li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên hevkariyê di hemû waran de bi taybetî di warên teknolojî, bazirganî, veberhênan, çandinî, tenduristî û xwendina bilind de kirin û li ser mekanîzma û rêkarên ku ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî ji aliyê sûdmendiyê ve dibe alîkar gotûbêj kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Ermenîstanê rewşa siyasî û emnî ya navçeyê bi giştî gotûbêj kir û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku aramiya navçeyê xizmeta berjewendiya ti gelan nake. û divê her kes ji bo çareserkirina pirsgirêkan siyaseta gotûbêj, têgihiştin û aştiyê bişopîne û rê nede zêdebûna nakokiyan.

Her du alî di hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî kirin û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: Em hemû hewlên xwe didin ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de li gor destûrê bi awayekî ku li gor berjewendiya hemû pêkhateyên gelê Êraqê be.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket