YNKê mafên pêkhateya diparêze û nûneratiya rast ji wan re dixwaze

Kurdistan 05:53 PM - 2024-02-24
Avahiya Parlamentoya Kurdistanê PUKMEDIA

Avahiya Parlamentoya Kurdistanê

Serok Bafil

Dabeşkirina kursiyên pêkhateyên Herêma Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de bi destpêşxeriya Serok Mam Celal bû û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Parlamento kir cihê berevaniyê li mafên hemû pêkhatan û hertim hewil da ku nûnerên rasteqîne di encûmenên hilbijartî de hebin. Endamekî Encumena Serkirdayetiyê piştrast dike ku ew kesên ku di bin navê kotaya pêkhateyan de bûne nûner, hevsengiya Parlamentoya Kurdistanê têk didan.

Redkirina parzûnalîzekirin û îstismarkirina pêkhateyan

Di vê derbarê de endama Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hasîbe Ebdullah ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bergiriyê li mafên pêkhateyan dike û li ser helwesta xwe radiweste. Li dijî her aliyekî ye  ku hewl dide wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û nûnertiya karîkaturî ya wan jî red dike.”

Wê her wiha got: “Biryarên Dadgeha Federalî gavên erênî ne û dibin sedema parastina mafên pêkhateyên xwecihî li Kurdistanê. Yekîtiya Niştimanî tu carî piştgîriyê nade kêmkirina pêkhatan û nebûna nûneratiya wan di parlamentoyê de, lê di heman demê de bindestiyê red dike di bin navê nûnerên pêkhateyan de."

Yekîtiya Niştimanî bi pêkhateyên Kurdistanê re peywendiyên dîrokî hene

Ji aliyê xwe ve endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed Axa ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû pêkhateyên olî yên Kurdistanê re peywendiyên nêzîk û dîrokî hene û bi berdewamî berevaniyê li mafên wan kiriye. Lê dema ku hevsengî li Parlamentoya Kurdistanê bi navê nûnerên pêkhateyan têk biçe, divê pêkhate bi xwe rê nedin vê yekê û rê nedin tiştên ku di civînên berê yên Parlamentoya Kurdistanê de qewimîn, dubare bibin.”

Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 2 nûnerên parêzgehan li parlamentoya Iraqê hene û her du nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Encûmena Parêzgeha Neynewa jî ji pêkhateyan in û di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de wê namzetên ku bi rastî nûnertiya pêkhateyên Kurdistanê dikin hebin.”

Serok Mam Celal parêzvanê pêkhateyan bû û karê wî berdewam e

Piştî biryara Dadgeha Federalî ya serrastkirina yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, endamê Encûmena Serkirdayetiyê berpirsê Mekteba Ragihandina  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrwayî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Dîrok şahidê helwestên Serok Mam Celal û têkoşîna wî ya ji bo parastina pêkhateyan û destpêşxeriya terxankirina kursiyên kotayan ji bo parastina wan û hebûna wan di Parlamentoya Kurdistanê û saziyên herêmê de ye.”Her wiha jî piştî operasyona rizgarkirina Iraqê, ku Serok Mam Celal daxwaza avakirina Rêveberiyeke hevbeş li Parêzgeha Kerkûkê di navbera pêkhateyan de  kir, tevî cudabûna rêjeya hewniştimanan, bi heman awayî, ji ber wê jî meşa me berdewam e û Yekîtiya Niştimanî parastina mafên pêkhateyan dike û Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenan de 9 kursî bi dest xistin ku 4 jê çûne ser pêkhateyên olî û niştimanî, baştirîn belge bo parastina mafên pêkhateyan ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ve.”

Şêrîn Yûnis, endama Fraksyona Yekîtî di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de, di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihandibû, ku Yekîtiya Niştimanî parêzvanê mafên pêkhateyan e. Em alîgirê hilbijartinên adil û şefaf in ku baweriya welatiyan bi proseya hilbijartinan zêdetir bibe.”

Şêrîn Yûnis ragihand, Yekîtiya Niştimanî gel mafên pêkhateyane li Parlamentoya Kurdistanê û weke berê berevaniyê li mafên wan dike, di paşerojê de jî dê berevaniyê li wan bike û rê nade ku ti aliyek bi dengên wan destwerdan bike û pêkhate dikarin di nava 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê de beşdarî hilbijartinan bibin.”

Di 21ê Sibata 2024an de Dadgeha Bilind a Federalî biryara xwe derbarê dosya li hember çend madeyên yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê belav kir û biryar da ku herêm li ser 4 navçeyên hilbijartinan were dabeşkirin û kursiyên 11 pêkhateyan di parlamentoyê de bên betalkirin. 
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket